HDP’ê Ozaydin bi daxwaza îxrackirinê sewqî disiplînê kir

HDP’ê Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin bi daxwaza îxrackirina kesin sewqî disiplînê kir.

Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevşaredara Şermezê ya ji erkê hatibû girtin Nalan Ozaydin bi daxwaza ‘îxraca kesîn’ sewqî Desteya Disiplînê ya Navenda HDP’ê kir.

Daxuyanî ji aliyê Desteya Rêveberiya Xwcihî ya Demokratîk ve hate dayîn û ev hate gotin: “Di encama lêkolîn û helwestên dij rêgezên partî û xebatên şaredariyê û dîsa agahî û belgeyên gihiştin ber destê me yên derbarê hevşaredara Şermexê ya me Nalan Ozaydin de, piştrast bû ku di hinek kar û xebatên dema xwe hevşaredar bûn de ku îmzeya wê li binê wan hebûn, bêûsûlî kiriye.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber vê rewşê ya ku derbarê Ozaydin de derketî, biyara destpêkirina lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin û ev hate gotin: “Ozaydin bi daxwaza ‘kesîn a îxracê’ sewqî Desteya Disiplînê ya Navenda HDP’ê hatiye kirin. Dema pêvajoya disiplînê ya derbarê Ozaydin de encam bûn wê detay û encam bi raya giştî re bê parvekirin.”