HDP’ê nerazîbûn nîşanî qedexekirina festîvala Mûnzûrê da
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê û Parlementerê Dersimê yê HDP’ê Alîcan Onlu diyar kir ku qedexekirina festîvala Mûnzûrê tê wateya ‘astengkirina daxwaza jiyana bi hev re ya gelan.’
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê û Parlementerê Dersimê yê HDP’ê Alîcan Onlu diyar kir ku qedexekirina festîvala Mûnzûrê tê wateya ‘astengkirina daxwaza jiyana bi hev re ya gelan.’
Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya ku dihat payîn di 26-29’ê Tîrmehê de were lidarxistin, di 25’ê Tîrmehê de ji aliyê Walîtiya Dersimê ve hate qedexekirin.
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku, “Ev festîval 18 sal in didome û du salên dawîn bi hincetên ‘ewlekariyê’ tê qedexekirin. Ev qedexekirin tê wateya astengkirina daxwaza jiyana bi hev re ya gelan.”
Onlu bal kişand ser vî tiştî ku, ya ku tê qedexekirin ne festîval e û diyar kir ku, “Tişta ku tê qedexekirin gel, xweza, çand û baweriya Dersimê ye. Bi vê qedexekirinê bi hezaran mirov û hunermendên ku ew ê ji cihên cuda bihatina tên cezakirin. Em vê qedexeyê nas nakin. Em ê li hemberî vê împaratoriya tirsê stûyê xwar nekin.”
BANGA PROTESTOYÊ
Onlu diyar kir ku, “Divê hemû saziyên demokratîk û civaka sivîl ên li Tirkiyeyê, ronakbîr û hunermend piştgiriya gelê Dersimê bikin û nerazîbûnê nîşanî vê feraseta qedexekar bikin. Bi vê mebestê em hemû gelê xwe û hunermendên ku hatine Dersimê vedixwînin çalakiya protestoyê ya ku ew ê îro saet di 18.00’an de li Qada Seyîd Riza bi daxuyaniya çapemeniyê pêk were.”