Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

HDP’ê namzetên parlamenteriyê dane naskirin

Hevserokên HDP’ê bi civînekê namzetên xwe yên parlamenteriyê dane naskirin. Hevserokan diyar kirin ku bi HDP’ê dikarin ji dîktatoriyê xilas bibin û pir girîng e ku HDP bendê derbas bike.

HDP li Enqereyê namzetên parlamenteriyê dane naskirin. Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî axivîn.

BÛLDAN: HEKE HÛN BI XWE BAWER BIN DEMÎRTAŞ BERDIN

Bûldan bal kişande ser rewşa girtîbûnê ya namzetê wan ê Serokkomarê Selahattîn Demîrtaş û got, ‘’Em ê rêzdar Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê, ku lê rehîn e, derxînin. Em ê bi hev re wî ji wir derxînin.’’

Bûldan bang li hikûmeta AKP’ê kir û got, ‘’Heke hûn bi xwe bawer in Demîrtaş berdin.’’

‘BI HDP’Ê MIROV DIKARE JI REWŞA TARÎ RIZGAR BIBE’

Bûldan got gelên Kurdistanê û Tirkiyê bi HDP’ê û Demîrtaş dikarin ji dîktatoriya faşîst rizgar bibin û domand, ‘’Welatekî ku HDP lê nebe wê bê hilm bimîne. Demokrasî û azadî wê rehîn bin.

Heke HDP bendê derbas neke ev ê were maneya ku demokrasi bendê derbas neke û rêveberiya zordar û otorîter hemû welêt hêsîr bigire. Dive her kes vê wiha bibîne û wiha bizanibe. Çi kesê ku alîgirê rêgezên demokrasiye, jiyana azad û wekhev e û dixwazin ji vê rêveberiya faşîst rizgar bibin, dive bizanibin ku tenê bi HDP’ê dikarin ji vê rewşa tarî rizgar bibin.’’

Bûldan bi berdewamî got divê ew xweşik bikaribin bidin fêhmkirin tenê bi HDP’ê û Demîrtaş qedera Tirkiyê dikare biguhere.

‘AN AZADÎ, AN FAŞÎZIM’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan got ew ê mal bi mal, kuçe bi kuçe bigerin, bixebitin, xwe bigihînin her kesî û got, ‘’Du vebijêrk hene: an jiyaneke wekhev û azad an jî desthilatdariya faşîst. Dîroka dinyayê bi serfiraziya têkoşîna azadiyê tije ye. Dîroka faşîzmê jî tim têkçûn e. Naxwe bi gavên biryardar em ê bi serfiraziyê ve bimeşin. 7’ê Hezîranê em bi ser ketin. Gelên Tirkiyê bi ser ketin. Niha ji bo ku em ji 7’ê Hezîranê bibihurin em ê bi şev û roj bixebitin. Dive armanca me ev be.’’

TEMELLÎ: EM Ê TIRKIYÊ BIGUHERÎNIN

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî got ew hêza xwe ji berxwedana birûmet a Kurdan, ji hêzên ked û demokrasiye, ji pêşengiya jinan û dînamîzma ciwanan distînin û got, ‘’Em ji bo ku Tirkiyê biguherînin tên.’’

Temellî got ji bo ku dawî li rêveberiya yek zilamî bînin pêdivî pê heye ku HDP bendê derbas bike û got ew ê ji 80’yî zêdetir parlamenter derxînin.

EV HILBIJARTIN DI NAVBEYNA HDP Û AKP’Ê DE YE

Temellî bal kişande ser giringiya ku HDP bendê derbas bike û wiha bi nav de çû: ‘’Heke HDP bendê derbas bike ev tê maneya ku AKP bi serê xwe nikaribe hikûmetê ava bike. Tê maneya xirabûna hesabên 301, 401’an. Tenê bi HDP wekîlên AKP’ê dikarin kêm bibin. Ji bo vê jî ev hilbijartin di navbeyna AKP û HDP’ê de ye. AKP li pey 80 wekîlî ye. Em ê nedin. Em ê ji 80’yî zêdetir wekîl derxînin.’’