HDP'ê li ser doza Demîrtaş daxuyanî da
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, li ser doz û lêpirsînên li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatine vekirin, daxuyaniyek da.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, li ser doz û lêpirsînên li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatine vekirin, daxuyaniyek da.
Başaran got, "Doza li dijî Demîrtaş hatiye vekirin ji aliyê hiqûqî ve tiştekî ecêb e" û destnîşan kir ku doz û lêpirsînên der barê Demîrtaş de hatine vekirin, mînakên berbiçav ên siyasîbûna dadgeriyê ne.
Başaran bi bîr xist ku Demîrtaş ê 4'ê Mijdara 2016'an hate binçavkirin bi bayê bezê biryara girtina wî hat dayin û mîna ku wî birevînin xistin Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Edîrneyê.
Başaran got, tevî ku du caran dem ji bo rûniştina dozê hate diyarkirin jî, Demîrtaş heta niha dernexistine pêşberî dadgeriyê û rûniştina destpêkê jî piştî 399 rojên girtî wê 7'ê Kanûnê were kirin.
Ayşe Acar Başaran da xuyakirin ku dosya Demîrtaş ji çapemeniyê, heyetên çavdêr ên navneteweyî, ji malbatê û parêzeran tê revandin û biryara pêkanîna rûniştina dozê li saloneke biçûk a li Kampusa Girtîgeha Sîncanê (20 kes dikevin hundir) dûrî sedemên hiqûqî ye û biryareke siyasî ye.
Başaran bi bîr xist ku hejmara parêzerên ku Demîrtaş biparêzin 1250 ye û bi rêya vê salona biçûk hewl tê dayin pêşî li parastinê bê girtin.
Başaran diyar kir ku pêvajoya darizandina Demîrtaş bi gelek biryar û hewldanên nehiqûqî dagirtî ye û got, "Tenê ev çend xalên ku me destnîşan kir, nîşan didin ku darizandina roja 7'ê Kanûnê dest pê bike wê hiqûqî nebe, wê siyasî be. Mînakên ber bi çav in ku biryar jî wê ne li gorî pîvanên hiqûqê bê dayin, wê di çarçoveya sedemên siyasî de bê dayin."