Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Edîrneyê namzetên parlementeriyê ya ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bi civîna li avahiya rêxistina xwe lidar xist, dan nasîn. Di civînê de namzetê HDP’ê yê parlemeteriyê Mûrat Amîl, Hamim Guzel, Hasan Atîk û Serdal Zimba li gel rêveberên partiyê amade bûn.
Di civînê de Hevserokê HDP’ê yê bajarê Edîrne Beşîr Belek axivî û diyar kir ku desthilat nikare welat bi rê ve bibe û got: “Çawe em 7’ê Hezîranê ji bo gelên Tirkiyeyê bûn hêvî, em ê 24’ê Hezîranê ji bo gelê hejar, ên tên cihêkirin, dîsa jî sîstemê cuda tên dîtin, ji bo jin û ciwanan ên Tirkiyeyê bibin hêvî. 24’ê Hezîranê, li ser navê bersivdayîna vê bêhiqûqiyê dîrokekî gelek girîng e. Em ê li Edîrneyê ji bo vê rojê bibin bersîv.”
Piştre jî namzet Mûrat Alim mafê axaftinê girt û got: “HDP ne partiyeke kêmenetewe, partiyeke ku hemû mirovên welat digre nava xwe ye. Em ê li Edîrneyê xebatên xwe bidomînin.”
Hanim Guzel jî bal kişand ser xebatên têkildarî nasnameya jinê û got: “Edîrne wê bibe dengê jinê. Ji bo rojên azadî, aştî û hêviyên nû, me li gel HDP’ê ne.”
Serdal Zimba jî got: “Aştî û biratî tiştekî gelek xweş e. Ji bo domandina vê divê em gelek hewldan bikin. Divê em xwedî li dengên xwe derbikevin, ji bo vê divê hemû heval di nava xebatê de be.”
Hasan Atîk jî wiha anî ziman: “Ji bo li dijî zextên demê dawî ku hikûmet û rayedarên hikûmetê di ser xwendekaran de diçe, cihê xwe di HDP’ê de digirim.”