HDP’ê li Ebexê çalakiya rûniştinê li dar xist
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Ebex a Wanê nedayîna mazbatayan protesto kir û çalakiya rûniştinê li dar xist.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Ebex a Wanê nedayîna mazbatayan protesto kir û çalakiya rûniştinê li dar xist.
Li navçeya Ebex a Wanê tevî ku 10 roj li ser hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê re derbasbûn ku HDP bi ser ket mazbata hê jî nehatine dayîn.
Li ser vê HDP’ê li pêşiya Şaredariya Ebexê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.
Hevşaredarên HDP’ê yên Ebexê Leyla Atsak û Farûk Demîr jî nav de komeke ya rêveber û endamên mevlîsa şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar xist û daxwaza dayîna mazbatayan kirin.