HDP’ê li dijî binçavkirinên endamên ESP’ê helwest nîşan da

HDP’ê binçavkirina endam û rêveberên ESP’ê şermezar kir û got, ‘’wê hesabê van nihiqûqiyên ku bi fermana desthilatdariyê ya li darazê pêk tên, were pirsîn.’’

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) binçavkirina endamên Partiya Sosytalîst a Çewisandiyan (ESP) şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin saet 02.00’an bi hevdemî operasyon li gelek malan hatine kirin, di operasyonê de malên endamên ESP’ê li bin guhê hev xistine, 12 kes hatine binçavkirin û li ser 20 kesan jî biryara binçavkirinê heye.

 ‘ÊŞKENCE, DIJÛNÊN ZAYENDÎ, KÊMKIRIN’

HDP’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku di binçavkirinan de hiqûq hatiye binpêkirin, bêyî ku guh bidin ti qeyîde û rêgezan ên ku hatine binçavkirin pişta wan bi saetan dane dîwaran, gefa kuştinê li wan xwarine, li erdê dirêj kirine û li wan xistine. Bi berdewamî hate gotin qîma xwe tenê bi êşkenceya fizîkî neanîne û dijûnên zayenî li wan hatiye kirin, êşkenceya psîkolojîk li wan kirne.

GUH NADIN QANÛNÊN HEYÎ JÎ

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin lêpirsînên der hiqûqî, binçavkirin û girtin guh nadin qanûnên heyî jî, wan jî binpê dikin, bi kirinên fiîlî û kêfî maf û azadî têne desteserkirin, bi fermana desthilatdariyê fermanê didine darazê û operasyonên siyasî dikin.

 ‘WÊ HESAB WERE PIRSÎN’

Herî dawî hate gotin teqez wê hesabê  van nehiqûqiyên ku ne li derî rêgezên hiqûqa gerdûnî û demokratîk, li derî peymanên netewî û navnetewî were pirsîn û hate xwestin ku dawî li binçavkirinên nehiqûqî yên li ser endam û rêveberên ESP’e bînin, di serî de parêzer hemû serbest werin berdan.