HDP’ê li dijî bernedana Demîtaş îtîraz kir

Parêzerên namzetên Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş piştî ku Dadgeha Cezayê Giran a 19’an ê Enqerê daxwaza berdana Demîrtaş red kir, îtîrazî dadgehê kirin.

Piştî îtîrazê parêzerên Demîrtaş û Alîkara Hevserka HDP’ê Ayşe Acara Başaran û Garo Paylan, wekîlên HPD’ê li ber Edliyeya Enqerê daxuyanî dan.Di daxuyaniyê de Serokwekîla HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Başaran axaftinek kirin.

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş got ew ji çapemeniya AKP’ê agahdar bûne ku Demîrtaş nehatiye berdan û got, biryar ne li edliyeyê li Qesra Beştepeyê hate standin.

Beştaş bi berdewamî got ji bo ku rewşa girtîbûnê bidome hincet hewce ne û ev ‘îhtîmala revê û reşkirina delîlan e’’ û got: ‘’Demîrtaş wê ser delîlan çawa reş bike? Jixwe dosyaya dozê hemû derbarê axaftinan e.’’

Li ser ‘gumana revê’ jî got: ‘’Dibêjin guman heye ku bireve. Bi rastî jî ev şerm e. Namzetekî Serokkomariyê, mirov bi vê gumanê girtî bihêle, ev bi serê mirov nakeve.’’

Beştaş bal kişande ser nedadmendiya girtîbûna Demîrtaş û got: ‘’Demîrtaş deqeyekê zêdetir jî li girtîgehê bimîne ev nedadmendiyeke mezin e. Berdewamiya nehiqûqiyê ye. Siha li ser hilbijartina Tirkiyê ye.’’

Beştaş herî dawî bang li dadgeran kir û got: ‘’Em bang li dadgehê dikin. 24’ê Hezîranê wê ev desthilatdarî biguhere. Dema ku ev desthilatdarî guherî ev biryarên we yên bi zexta siyasî wê werin pêşberî we. Hûn hesabê vê ne dikarin bidin xwe û ne jî bidin hiqûqê.’’

BAŞARAN: EM Ê DEMÎRTAŞ BIKIN SEROKKOMAR

Alîkara Hevseroka HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî got: ‘’Em dizanin ku bernedin jî 24’ê Hezîranê dema ku hate hilbijartin wê neçar bimînin ku Rêzdar Demîrtaş berdin. Em ê 24’ê mehê Rêzdar Demîrtaş bikin ku ji bo Serokkomariyê were hilbijartin û em ê wî ji Girtîgeha Edîrneyê derxînin. Ji bo vê jî, bila li cihekî dadmend bisekinin. Bila li cihekî nêzî hiqûqê rawestin û wiha biryarê bidin.’’