HDP'ê komkujiya Zergelê ji Davûtoglû pirsî
Parlamenterê HDP'ê Geverî komkujiya li Zergelê xist rojeva Meclîsê û pêşniyar pirsek li ser mijarê pêşkêşî Serokwezîr Davûtoglû kir.
Parlamenterê HDP'ê Geverî komkujiya li Zergelê xist rojeva Meclîsê û pêşniyar pirsek li ser mijarê pêşkêşî Serokwezîr Davûtoglû kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî komkujiya li Zergelê xist rojeva Meclîsê û pêşniyar pirsek li ser mijarê pêşkêşî Serokwezîr Davûtoglû kir.
Di pêşniyar pirsê de hat bibîrxistin ku ji ber bombebarana balafirên şer ên Tirk di şeva 1'ê Tebaxê de li gundê Zergelê 1 jê jineke ducanî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 14 jê bi giranî gelek kes birîndar bûn, gund veguherî xirbe û bersiva van pirsan ji Serokwezîr Ahmet Davûtoglû hat xwestin:
"Der barê gundê sivîlan ê hat bombekirin de li ber destê we agahî hene? Eger agahiyeke bi vî rengî li cem we heye, wê demê bi kîjan armanc û niyetê we ev gund bombe kirin?
Di êrîşên hewayî yên dema hikûmeta AKP'ê de heta niha çend sivîlan jiyana xwe ji dest dane, der barê van de çi hewldanên we hene?
Di bomberdûmana gundê Zergelê de hebûna sivîlan çawa nehatiye tespîtkirin, gelo hatiye tespîtkirin û tevî vê hatiye bombekirin?
Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Tirk de tê îdîakirin ku di bomberdûmanê de sivîlan ti zerar nedîtine. Gelo bi taybetî ew jina ducanî, mirovên sivîl ên li wir hatin qetilkirin, çawa û çima hatin wê derê û li wir hatin qetilkirin?
Ji ber qetilkirina sivîlan der heqê dewleta Tirk de heta niha li Dadgehên Ceza yên Navneteweyî lêpirsîn an jî dozek hatiye vekirin? Eger hebe hûn difikirin ku bi raya giştî re parve bikin?
Ji bo ronîkirina berpirsyarên komkujiyên sivîlan, hûn difikirin Komîsyonên Heqîqet û Edaletê ava bikin?"