NÛ BÛ

HDP’ê Komîsyon terikand

HDP’ê, Komîsyona Destûra Bingehîn a di bin navê rakirina destlênedanan de derbe tê guftigokirin û rê ji êrîşên AKP’ê re vedike, terikand.

HDP’ê, Komîsyona Destûra Bingehîn a di bin navê rakirina destlênedanan de derbe tê guftigokirin û rê ji êrîşên AKP’ê re vedike, terikand.

Di hevdîtinên Komîsyonê de herî dawî Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Sancar mafê axaftinê wergirt , wiha got: “Me axaftina xwe kir, ji niha û şûn de ev der bûye dikek şanoyê. Em ê nebin parçeyekî vê. Hûn ê di hafiza dîrokê de mehkûm bibin.” Piştre Sancar, biryara vekişandina ji komîsyonê da xuyakirin.

Sancar wiha axivî: “Wê gel dîrokê binirxînin. Me xwest çi vebêjin, em çima li vir in. Ti tirsa me nîne. Ti tiştekî em winda bikin nîne. Yekane tiştê ku em winda bikin hêviya aştî û demokrasiya vê civakê ye. Em ê ti tiştî winda nekin. Bi biryarek ji vir rêya girtîgehan jî madalyona şerefê ye. Li hember ev bêmafiya wisa mezin me ji bo aştî û demokrasiyê li ber xwe da. Lê, we bi awayekî fîzîkî atmosfer xist asta herî rezîl. Tevahî êrîş hatine tomarkirin. Kê çi kir wê tevahî bên dîtin. We li vir axaftina me asteng kir. Me got ecela we çi ye, we bersiv neda. Em dizanin, talîmat hat ji ber wê hûn ecele dikin. Me axaftina xwe kir, ji niha û şûn de ev der bûye dikek şanoyê. Em ê nebin parçeyekî vê. Hûn ê di hafiza dîrokê de mehkûm bibin.” Piştre Sancar, biryara vekişandina ji komîsyonê da xuyakirin.

Piştî biryara vekişandinê, wekîlên HDP’ê nerazîbûnên xwe wiha li hember AKP’iyan anîn ziman: “Çi halê we hebe bibînin, em we hewaleyî dîrokê dikin.”

LI MECLÎSÊ ÇERXA ŞOREŞÊ

Piştî vê daxuyaniya dîrokî, HDP’î ji salona komîsyonê veqetiyan. Di meclîsê de sirûda Çerxa Şoreşê xwendin û derbasî koma HDP’ê bûn.