HDP'ê kiryarên li dijî girtiyên di grevê de ne eşkere kir

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, kiryarên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de ne eşkere kir.

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başran, rewşa dawî ya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî çalakgeran eşkere kir.

'BERXWEDAN MEZIN DIBE'

Başaran bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîda li Îmraliyê û got, "Leyla Guven 118 roj, Nasir Yagiz 105 roj, zêdeyî 330 girtî 80 roj, aktîvîst û siyasetmedarên li Strasboûrgê 79 roj, Îmam Şîş 79 roj in di greva birçîbûnê de ne.

NÊZÎKATIYA LI GIRTIYÊN ÇALAKGER

Başaran diyar kir ku li welat û derveyî welat bi sedan kes ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd di greva birçîbûnê de ne û işaret bi kiryarên li derveyî hiqûq û mirovahiyê kir yên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de ne tên kirin.

Başaran anî ziman, girtiyên bi navê Cîhan Tamûr û Şahîn Oncu yên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê tên hiştin, ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di gerva birçîbûnê de ne û got, "Mafê wan ê sohbetê ji holê hate rakirin, rojname ji wan re nayê dayin, aktîvîteyên wan ên civakî hatine astengkirin û radyoyên wan hatine komkirin."

Başaran anî ziman, êşa li dev, diran, mîdeyê li wan rû daye, bi zehmetî dimeşin, li pêşberî deng û bêhnê hesas bûne, dest û lingên wan ditevize, birîn li destên wan rû dane û car carna xwîn ji bêvila wan tê.

'KARBONAT, VÎTAMÎNA B NADIN ÇALAKGERAN'

Başaran diyar kir, ji bo berxwedêrên li Girtîgeha Tokatê karbonat nayê dayin, lêpirsîna dîsîplînê li wan hatiye vekirin, cezayê dûrxistina ji aktîvîteyan li wan ahtiye birîn, meheke rojnameya Yenî Yaşam ji wan re nayê dayin, bi rengekî kêfî lêgerîn li qawîşên wan tê kirin, malzemeyên wan ên paqijiyê hatine desteserkirin û piştî destpêkirina grevê bi çalakger Zekî Temel re di mîzdankê de enfeksiyonê rû daye.

Hate gotin, ji bo Zinar Demîr ê li Girtîgeha Osmaniyeyê ku 5'ê Çileya 2019'an dest bi greva birçîbûnê kir, vîtamîna B a ku pêwîstî pê heye, nayê dayin.

ASTENGIYA KANTÎNÊ

Başaran diyar kir, li Girtîgeha Girtî Tîpa F a Kirikkaleyê ji bo girtiyên ku ji 26'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne karbonat, ava fêkî, vîtamîna B nayê dayin û destûr nayê dayin ku girtî ji kantînê an jî revîrê van pêwîstiyan werbigirin. Li kantînê, ava fêkî û çayên fêkî yên girtiyên di grevê de ne dikarin vexwin, ya qet nîne ya jî kêm hene.

LÊPIRSÎNÊN DÎSÎPLÎNÊ, CEZAYÊN KÊFÎ

Li Girtîgeha Girtî Tîpa F a Kirikkaleyê, 12'ê Sibata 2019'an radyo hemû hatin komkirin û tevî lêpirsîna dîsîplînê mafê girtiyên di grevê de ne yê ji bo sohbet û beşdariya li aktîvîteyan tê astengkirin.

Li gorî raporê, ji çalakgeran Îsmet Akin xwîn ji birîna wî ya vekirî diçe, hişê wî diçe, ber çavên wî reş dibe, nikare razê, ji nişka ve êşeke giran dikeve serî, li pêşberî deng û bêhnê gelekî hesas bûye.

Hate ragihandin, li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 Kayseriyê, 5 girtiyên ji 5'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ne gelek kîlo li xwe kêm kirine, bêhal bûne, êşa serî li wan giran bûye, nikarin konsantre bibin û heta niha ji aliyê ti doktorî ev nehatiye kontrolkirin. Di raporê de hate gotin, li çalakgeran lêpirsîna dîsîplînê hatiye vekirin, cezayê dûrxistina ji aktîvîteyan hatiye birîn û radyo û rojnameya Yenî Yaşamê ji wan re nayê dayin.

ASTENGIYA LI PÊŞIYA DAYINA ROJNAME Û RADYO

Di raporê de hate ragihandin, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê lêpirsîna dîsîplînê li çalakgeran hatiye vekirin, mehekê cezayê dûrxistina ji aktîvîteyan hatiye birîn, rojnameya Yenî Yaşamê ji wan re nayê dayin. Her wiha radyo jî belasebep nayê dayin.

Li gorî raporê; "Li Girtîgeha Baybûrtê ji girtiyên ku ji 5'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ne vîtamînên B1 û B12 nayê dayin û girtî car caran li hucreyên yek kesî tên hiştin.

Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê, 3 girtiyên ji 20'ê Çileya 2019'an ve di grevê de ne ji qawîşan hatine derxistin û li qawîşeke teng û bê ranza hatine bicihkirin. Kesek li ber wan nîne, lewma bi tena serê xwe bi zorê pêwîstiyên xwe bi cih tînin.

Li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Çankiriyê, lêpirsîna dîsîplînê li girtiyên di grevê de ne hatiye vekirin, ji bo peydakirina karbonat û kontrola doktoran rêveberiya girtîgehê astengiyan derdixîne."

AVA LI SÎNCANÊ GEMARÎ YE

Di raporê de işaret bi çalakgerên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncan a Enqereyê hate kirin ku ji 26'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne û hate gotin, "Li 3 girtiyên di grevê de ne êşa serî, bêhalî, êşa mîdeyê, hesasiyeta li pêşberî deng rû dane û gelek kîlo li xwe kêm kirine." Di raporê de hate ragihandin ku ava ji girtiyan re tê dayin jî gemarî ye û bêhna genî jê tê.

Di dewama raporê de hate gotin, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîcanê, li girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirin piştî 10 rojan cezayê dûrxistina ji aktîvîteyan hatiye birîn û bêyî encama îtirazê diyar bibe, cezayê dîsîplînê hatiye birîn.

Hate gotin, pêşî li girtiyên di grevê de ne tê girtin ku xwê, şekir, karbonat, çay, ava fêkî, çaya fêkî ji kantînê peyda bikin.

'REWŞ TIRSNAK E'

Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Rewşa heyî nîşan dide, eger tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi dawî nebe, wê grevên birçîbûnê zêde dibin û xisareke giran rû bide. Eger ên ku welêt bi rê ve dibin vê rewşa tirsnak ji nedîtî ve bên, wê baweriya bi jiyana bi hev re û hêviya bi aştiya mayinde zerarê bibîne."