HDP’ê ji bo astengkirina zextan serî li YSK’ê da

HDP’ê diyar kir ku ji bo lêkolîna gelek zext û astengirinên li navendên hilbijartinê yên Rihayê, wan serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dan.

HDP’ê têkildarî van zextan daxuyanî da. HDP’ê di daxuyaniyê de got ku, “Nûnera me ya li YSK’ê Pinar Akdemîr ji bo lêkolîn û tevdîrên li Dibistana Seretayî ya Yûkari Bostanci, Dibistana Seretayî ya Hurriyetê, Dibistana Navîn a Suleyman Şah, Lîseya Anadolûyê, Lîseya Anadolûyê ya GAP’ê, Dibistana Seretayî ya Ataturkê û Lîseya îmam Hatîp a Anadolûyê yên li Pirsûsê serî li YSK’ê da.”

Akdemîr daxwazname da YSK’ê û diyar kir ku komên çekdar hilbijêran tehdît dike, li dibistanan dengên komî tên dayîn û muşahît û peywirdarên sindoqan ên HDP’ê tên derbkirin. Akdemîr xwest ku bila li ser van bûyeran were sekinandin û mudaxele were kirin.

HDP’ê bi serîledanê ji YSK’ê xwest ku bila provokasyonan bide sekinandin û têkeve nav hewldanan.