HDP’ê ji AKP’ê pirsa Seyid Riza kir

Parlamenterê HPD’ê Alîcan Onlu derbarê darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî û Qirkirina Dersimê pirs ji hikûmeta AKP’ê kir.

Parlamenterê Dersimê yê HDP’ê Alîcan Onlu derbarê darvekirina Seyîd Riza bi mebesta ku Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim bibersivîne pirsnameyek da.

 ‘TIRKKIRIN Û MISILMANKIRIN..’

Di pirsnameyê de hate gotin Îttîhat Terakkî dema ku hemû Anatolî dîzayn dikir li gorî paradîgmaya netew-dewletê armanc kiriye ku Kurdistanê bike Tirk û Misilman û Serekerkanê wê demê Fevzî Çakmak 18’ê Îlona 1930’î rapora Dersimê da Serokwezîrê û tê de diyar kiriye ku demildest divê ‘tevgera leşkerî’ bi ser Dersimê de bibin û sedema ve jî wiha nîşan daye ku gel bi Kurdî diaxive û Kurdî li herêmê geş dibe.

Di pirsnameyê de hate gotin 14’ê Hezîran a1934’an Kanûna Îskanê ya Tuncelî hatiye danîn û pê hatiye xwestin nifûsê neql bikin.

‘MAFÊ PARASTINÊ NADIN’

Her wiha di pirsnameyê de tê gotin ku 5’ê Îlona 1937’an Seyîd Riza diçe ku bi Waliyê Erzîncanê re hev bibîne li ser Pira Mûtî dîl tê girtin û ji wir Seyîd Riza dibine Erzîncanê, piştre dibine Xarpêtê, li Xarpêtê li Dadgeha Îstîklalê bi dîlgirtiyên dî re bi sedema ‘Teşwîqkirina serhildana Dersimê û tevlêbûna serhildanê’ têne darizandin. Di xwedêgiravî dadgehê de mafê xweparastinê nadine Seyîd Riza û hevalên wî, temenê Seyid Riza tê biçûkkirin û yê kurê wî 17 salî tê mezinkirin 3u 5 hevrêyên wî re tê darvekirin.

PIRSÊN DI PIRSNAMEYÊ DE

Çend pirsên ku Onlu yê HDP’yî dane wiha ne:

‘’Gorên yek ji rêberê Dersimê Seyîd Riza, kurê wû hevalên wî li kû ne?

Li Dersimê bi îdiaya ku serî rakirine 58 kes hatine girtin ji van 7 hatine darvekirin, çi bi 51 kesê dî hatiye? Agahiyên nasnameyê yên van kesan di arşîva dewletê de hene?

Di Qirkirina Dersimê de salên 1937-1938’an çend welatiyên me jiyana xwe ji dest dane?

1937-1938’an kî bi darê zorê hatin koçberkirin, ew şandin kûderê, ên ku hatine sirgûnkirin çend ji wan vegeriyan û çend ji wan li wan deran mane?

1937-1938’an agahiyên nasnameyê yên ‘keçên winda yên Dersimê’ ku di dema qirkirinê de bi zorê ji malbatên wan hatine standin û dane malbatên Tirk di arşîva dewletê de heye? Heke hebin hûn ê bi raya giştî re par ve bikin?

Hûn ê navê ‘Tuncelî’yê ku qirkirina Dersimê bi bîr tîne rakin û navê wê ‘Dersim’ê lê vegerînin, derbarê vê ti xebateke we heye?

Îhsan Sabrî Çaglayangîl di roporatajeke xwe de li xwe mikur hatiye ku di komkujiya 1937-1938’an de li Dersimê gaza kîmyewî hatiye bikaranîn. Li gorî vê mikurhatinê gaza kîmyewî hatiye bikaranîn? Ev gaz li Tirkiyê hatine hilberandin an ji dewleteke dî hatiye peydakirin?

Hûn difikirin ku belgeyên derbarê Qirkirina Dersimê ên di arşîa dewletê de ne û biryara veşartinê li ser wan heye bi raya giştî re par ve bikin?’’