HDP'ê giliyê Suleyman Soylû kir

HDP'ê giliyê wezîr Suleyman Soylû kir ku heqaret li Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş kiribû.

HDP'ê ragihand ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji ber axaftina xwe ya çend roj berê li dijî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş kiribû, heqaret kiriye, kîn û dijminatî tev daye û hewl daye bandorê li darizandinê bike. HDP'ê ji ber vê yekê giliyê Suleyman Soylû kir.

Gilîname pêşkêşî Serdozgeriya Komarê ya Trabzonê hate kirin û tê de hat bibîrxistin ku Soylû gotina "Selahattîn Demîrtaş ferman daye ku di 6-7'ê Cotmehê de zarokên vî welatî bên kuştin" bi kar aniye.

Di dewama gilînameyê de hat bibîrxistin ku HDP'ê ji bo lêkolînkirina bûyerên 6-7'ê Cotmehê pêşniyarname pêşkêşî Meclîsê kiriye, lê belê ev pêşniyarname bi dengê AKP'ê ku Suleyman Soylû jî endamê wê ye, hatiye redkirin.

'LI GORÎ HIQÛQÊ, SÛCDARÊ RASTÎ, SOYLÛ BI XWE YE'

Di gilînameyê de hat ragihandin, gotin û sûcdariyên ku Soylû anî ziman, cihê xwe di TCK û hiqûqa navneteweyî de nîne û binpêkirina mafê mirovan e.

Di gilînameyê de hat xwestin, lêpirsîn li vî kesê heqaret kiriye, kîn û dijminatî sor kiriye bê vekirin, bi rengekî adîl bê darizandin û cezakirin.