HDP'ê êrîşa polîsan û xebatên kontrayan ên li Bedlîsê anî Meclîsê

Parlamenterê HDP’ê Gaydali, êrîşa polîsan a li Norşînê û xebatên kontrayan ên li Xîzanê anî Meclîsê.

Parlamenterê HDP’ê Gaydali, êrîşa polîsan a li Norşînê û xebatên kontrayan ên li Xîzanê anî Meclîsê.

Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Mahmût Celadet Gaydali, der barê êrîşa polîsan a li navçeya Norşîn a Bedlîsê rû daye û dîsa xebatên kontra yên li navçeya Xîzan rû didin pêşnûmepirs da Wezîrê Edaletê Kenan Îpek û Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk.

Gaydali ev pirs ji Wezîr Îpek kir:

“Li Norşînê çend kesên hatine binçavkirin yan jî hatine girtin hene? Ji 22’ê Tîrmehê heya niha çend kes li Bedlîsê hatine binçavkirin, çend kes ji wan hatine girtin? Madeya sewqê û sedema binçavkirin an jî girtinên li Bedlîsê hatine  çi ne? Binçavkirin an jî girtinên têne kirin di çarçoveya ‘gumanbariya maqûl’ de pêk hatine? Naxwe belge û daneyên şênber hene? eger hebin belge û daneyên şênber çine? Naxwe piraniya binçavkirin/girtinên ku bêyî delîl û dane yên çêdibin, piraniya van li hemberî partiya me çêbûna wan hûn bi çi awayî dinirxînin?

‘LI XÎZANÊ XEBATÊN KONTRA’

Gaydali behsa xebatên kontrayan ên li navçeya Xîzanê jî kir, da zanîn ku 3 kesên rûgirtî li mezraya Ava ya gundê Qursincê gefa “Em bi navê HPG’ê tên, Bîdonên avê û nan bidin me. Bila ciwan jî bêne çiya û şer bikin” xwarine. Gaydali ji Îpek pirskir ku, der barê bûyerê de ti lêpirsîn, binçavkirin û girtin hene yan na?