HDP'ê deriyê jiyana nû vekir

HDP'ê namzetên "jiyana nû" li Enqereyê bi civînekê re da naskirin. Civîn li eleqeyeke mezin rast hat.

HDP'ê namzetên "jiyana nû" li Enqereyê bi civînekê re da naskirin. Civîn li eleqeyeke mezin rast hat.

Civîna danasîna namzetan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê pêk hat. Dirûşma HDP'ê ya hilbijartinê "Em ber bi Meclîsê ve" hat destnîşankirin û li strana HDP'ê ya ji bo hilbijartinê jî yekemcar hat guhdarîkirin.

Di civîna danasîna namzetan a li Odeya Endezyarên Înşaetê de Hevserokên Giştî Fîden Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û hemû parlamenter amade bûn. Tevî namzetan, ji ber eleqe û beşdariya zêde salon tijî bû. Gelek mirov li derveyî salonê man. 

Hevserokên Giştî li ber çepik û tilîliyan ketin hundirê salonê.

Hevserokên Giştî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, plaket dan parlamenterên di dema 24. de li Meclîsê wezîfe kirin. Plaketa Şerafettîn Elçî ji aliyê kurê wî Hêja Elçî û ya Mûrat Bozlak jî jia liyê birayê wî hat wergirtin.

Dûre li fîlmê danasînê hat temaşekirin.

'TI BEND NIKARE PÊŞÎ LI VÎ ÇEMÎ BIGIRE'

Paşê Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag mafê axaftinê girt û got, "Rojeke awarte ye, di meha Nîsanê de berf bariya û HDP'ê 550 parlamenterên hêja derxist." Yuksekdag axaftina xwe wiha dewam kir: "Heta roja îro gelên Tirkiyeyê mehkûmî statukoyê hatin kirin. HDP li hemberî hêza zordar, mêtînger û serdest a ji rêzê dihat dîtin, weke hêviya guherînê derket holê. Di rojên bihurî de ev hêvî mezin bû. 550 parlamenterên HDP îro bide naskirin, xeyalên Tirkiyeyê û hêza xeyalan e. Hêviya guhertinê ye."

Yuksekdag da xuyakirin ku parlamenterên HDP'ê ji aliyê gelan ve li qadên têkoşînê gelekî baş tên naskirin û got, "Yên li refên herî pêş ên têkoşîna azadiyê dimeşin hene. Yên soza têkoşîna jiyaneke nû dane jina hene. Û jinên kedkar hene. Jin û mêrên jiyan û pêşerojeke mafdar dixwazin hene. Bi awayekî giştî, mafdarî û hêza me heye. Di wêneyê namzetên HDP'ê de tevahiya gelên Tirkiyeyê, dînamîkên ku dihat gotin ti carî nayên cem hev, hene. Dayika kurê xwe yê gerîla di şer de winda kiriye û malbata leşkerê xizmê xwe di şer de winda kiriye, hene. Hêza ku ew li hev civandiye, ev xwediyên desthilatdariya siyasî nikare fêm bikin. Hêza ku nizmê leşkerekî û dayika gerîlayekî aniye cem hev, hêviya aştiyê ya HDP'ê ye."

Yuksekdag ragihand ku yên ji hev hatine dûrxistin bi hiqûqa wekhevî û hembêzkirina hev tên cem hev û got, "Ev hiqûq, wê bibe hiqûqa nû ya Tirkiyeyê. Hêza vê bike jî vaye, ya di binê vî sîwanî de ye. Lîsteya namzetan a HDP'ê li hemberî yên dibêjin 'Ez ê bibim Serok' lîsteya yên dibêjin ez ê jiyana nû ava bikim e. Yanî em ê wê strana pirrengiyê ya jiyanê bistirên."

Yuksekdag got, "Em ê hêzeke welê derxînin holê ku siyaseta li hemberî guhertinê li ber xwe dide hilweşînin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "HDP çemeke. Ti bend nikare pêşî li vî çemî bigire. Em ê hemû bendan hilweşînin. Hemû kelepçeyan bişikenînin. Em ê jiyaneke nû pêşkêşî Tirkiyeyê bikin."

Yuksekdag da zanîn ku HDP xwe dispêre hêza jinê û got, "Sparteya bingehîn a azadî û rizgariya gelên Tirkiyeyê, jin e. Piştevaniya jinê, keda jinê di vê lîsteyê de heye. Di hilbijartinên 2015'an de jinan dest danîn ser siyasetê."

DEMÎRTAŞ BI MÎZAHÊ DESTPÊ KIR

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş jî di dema silavdayînê de got, "Eger sansur tinebe, ez tevahiya gelê me yê li ber ekranên televîzyonê li me temaşe dike, silav dikim." Li dû vê henekê Demîrtaş got, "Rêya ku em anî vê salonê rêyeek zehmet e. Her kevirekî vê rê bi berdêlên giran, bi hêsrên çavan û kedeke mezin hat danîn" û cangoriyên têkoşîna azadiyê silav kir. Demîrtaş xebatkarên partiyê jî silav kir û got, "Em garsonin ku xwarina kedkarên me yên li mutbexê çêdike, pêşkêşî gelê xwe dikin. Em spasiya xwe pêşkêşî wan dikin."

Demîrtaş diyar kir ku bi hemû cudahî û cihêrengiyê re jiyan cesaret bi xwe ye û got, "Li erdnîgariyeke ji pevçûnên mezhebî, pevçûnên nasnameyan, şerê navxweyî, gelekî girîng e ku Elewî û Sûnî, Tirk û Kurd, Ermenî dest didin hev. Bi cihêrengiya xwe re em hemû HDP ne. Çûyîna bi vî rengî ber bi Meclîsê ve, cesaret e."

'EM Ê BI RIKA ZAZA Û LAZ BIXEBITIN'

Demîrtaş bal kişand ser alozî û tengezariyên gengaz ên di dema hilbijartinê de û got, "Desthilatdarî çiqasî bikeve nava panîkê wê ewqasî jî tengezariyê zêde bike. Lê belê tevî vê, tevî rewşeke antî demokratîk a hilbijartinê jî em ê dest ji pêşbirka demokratî bernedin. Ti ji partiyên siyasî dijminê me nîne, hevrikên me yên siyasî ne. Em bi nêrînên xwe re hene. Her çend hewl bidin me tehrîq bikin jî, weke reng û çemên bingehîn ên Tirkiyeyê, ji bo xwe gihandina wê deryayê bi biryardarî bi rika Zaza û Laz hûnê bixebitin. Hesret û xeyalên me yên mezin hene. Di êvara 7'ê Hezîranê de gava sindoq hatin vekirin, Tirkiye wê êdî ketibe ser rêya aştiyê. Ev yek wê ne tenê serketina HDP'ê be. Ji Yemenê heta Sûrieyyê, ji Lubnanê heta Iraqê wê serketina hemû gelan be. Di xebatên hilbijartinê de em ê nîşan bidin ku jiyaneke wekhev û adîl çawa dibe. Em ê ti carî dest ji heqîqeta li kolana xwe, li taxa xwe bernedin."

Li dû axaftin Demîrtaş strana HDP'ê ya hilbijartinê ya bi navê "Em HDP ne, Em ber bi Meclîsê ve" hat guhdarîkirin.

Paşê namzetên parlamenterên herêmên Derya Reş, Dêrsim, Anatoliya Navîn, Serhed, Derya Spî, Firat, Marmara, Ege û Amedê derketin ser dikê û gel silav kirin. Namzet ji aliyê beşdaran ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

 

...