HDP'ê derbarê hovîtiyên li Cizîrê û Silopya pêşniyarname da

Parlamentera HDP’yî Aycan Îrmez derbarê hovîtiya dewleta Tirk a li Cizîrê û Silopyayê pêşniyarnameya lêpirsînê da.

Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Aycan Îrmez ji ber salvgera komkujiya li Cizîrê û Silopyayê pêşniyarnameya lêpirsînê da.

‘LI CIZÎRÊ JI 250 KESÎ ZÊDETIR KES HATIN KUŞTIN’

Îrmez di daxuyaniyê de bal kişande ser komkujiya li Cizîrê û diyar kir, di dema ‘qedexeya derketina derve’ de ji 250’î kesî zêdetir mirov hatin kuştin û got di wê pêvajoyê de gelek kuştinên bê daraz ên ku di medyaya nivîskî û dîtbar de derketine hê kiryarên wan nehatine ronîkirin û bi temamî nehatine hişkerekirin.

Îrmez her wiha diyar kir ku di ‘jêrzemînên hovîtiyê’ de, 23’yê Çileya 2016’an 177 cenaze hatine derxistin.

Îrmez di pêşniyaranameyê de diyar kir ku li taxên Cûdî û Sûrê yên Cizîrê, li jêrzemîna sê avahiyan 143 kes asê mabûn ku ji van gelek jê birîndar bûn, li gel ku ji vê agahdar jî bûne hêzên çekdar ên Tirkiyê operasyon kirine, zarok û jin jî di nav de kesên ku di jêrzemînan de asê mane hatine kuştin û TRT’ê ev ragihandiye. Îrmez bi domdarî diyar kir, li gel ev qas geşedanên ku ji hêla raya giştî ve têne zanîn jî, rayedarên hikûmeta Tirk  derbarê tiştên ku li jêrzemînan hatine jiyîn ti daxuyaniyek nedaye û ew agahî da ku ji bin kavilên 3 avahiyan û derdora wan 23 jê zarok 177 cenaze hatine derxistin, tespît bûye ku piraniya van cenazeyan hatibûne parçekirin.

Îrmez her wiha diyar kir dev ji lêpirsîna van mirinan û cezakirina kiryaran biqerin delîl hatine rakirin.

Îrmez  diyar kir ku di pêvajoya ‘qedexeya derketina derve’ de, her roj hovîtiyek dihate jiyîn û bal kişande ser teşîrkirina cenazeyê jineke ku hatibû êşkencekirin û tazîkirin ku di 10’ê Sibata 2016’an wêneyê wê li ser medyaya civakî hatibû parvekirin û got, ‘bi rengekî zelal diyar dibe ku kesên ku ber bedena bêrih a di wêne de sekinîbûn tîmên taybet bûne.’’

‘LI SER ZÊDETIRÎ 10 HEZAR MALÎ ZIYAN ÇÊBÛ’

Îrmez diyar kir zêdetirî 10 hezar malî ziyan dîtiye û ji van 3 hezar jê êdî di rewşeke wiha de bûn ku mirov nedikarî lê bimîne û  li ser kuştin, binpêkirina mafê mirovan, berpirsên binpêkirinan, ziyana maddî û manewî yê  di dema ‘qedexeya derketina derve’ de, ku 14’ê Kanûna 2015’an dest pê kirî lêbikole xwest ku komîsyona lêpirsînê were avakirin

‘LI SILOPIYA 28 SIVÎL HATIN KUŞTIN’

Îrmez bi domdarî bal kişande ser ‘qedexeya derketina derve’ ya li Silopyayê jî û got, di vê pêvajoyê de li Silopyayê 28 welatiyên sivîl hatine kuştin, ku ji van 6 jê zarok, 7 jê jin bûn û mezintirê wan 81 salî bûye. Îrmez diyar kir ku ev welatî hin jê ji ber ku hawan li mala wan ketiye, hin jê dema ku derketin hewşa mala xwe bi qest ji xwe re kirine hedef hatine kuştin, hin jê ji ber sedema ku ambûlans bi derengî xistine jiyana xwe ji dest dane û nehitşine ku bi rojan cenaze werin veşartin.

Îrmez bal kişande ser Dayika Taybet, Taybet Înan a 57 salî jî û got dayika 11 zarokan bûn û 20’ê Kanûna 2015’an ji hêla suîqastvanan ve li ber mala wê hatiye kuştin, nehiştine ku cenazeyê wê were veşartin û 7 rojan Cenazeyê wê li kuçeyan maye.

Îrmez diyar kir ku di pêvajoya ‘qedexeya derketina derve’ de  bi rojan li Silopya reşandine, bi taybetî li taxên Cûdî, Nûh, Başak, Şehîd Harûn û Barbarosê gelek mal bi topan hatine kavilkirin, şewitandin û bi hezaran mirov ji şûnwarê xwe bûne. 

‘SÊ JINÊN SIYASETMEDAR HATINE KUŞTIN’

Îrmez her wiha got, 5’ê Çile ya 2015’an sê siyasetmedarên jin ên Kurd, Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Sêvê Demîr, aktîvîsta KJA’yê Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakîze Nayir ji hêla hêzên dewletê ve hatine kuştin.