HDP'ê der barê îfadeyên Zarrab de giliyê rayedarên hikumetê kir
HDP'ê, der barê îdîayên Reza Zarrab de ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) tê darizandin, giliyê rayedarên hikumetê kir.
HDP'ê, der barê îdîayên Reza Zarrab de ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) tê darizandin, giliyê rayedarên hikumetê kir.
Serokwekîlên Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû û Ahmet Yildirim tevî parlamenterên HDP'yî li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin û bal kişandin ser îfadeya Rezza Zarrab a li ser rayedarên hikumetê, ku di doza li DYA de anî ziman.
Wekîlên HDP'yî piştî daxuyaniyê berê xwe dan Edliyeya Enqereyê û der barê îdîayên Reza Zarrab de giliyê rêveberên payebilind û rayedarên hikumeta Komara Tirkiyeyê kirin.