HDP'ê bersiva erênî da daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglû
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, piştî komkujiya li Enqereyê xwest bi Hevserokên HDP'ê re hevdîtinê bike.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, piştî komkujiya li Enqereyê xwest bi Hevserokên HDP'ê re hevdîtinê bike.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, piştî komkujiya li Enqereyê xwest bi Hevserokên HDP'ê re hevdîtinê bike. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Hevserokên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag wê bi Kiliçdaroglû re hevdîtinê bikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HDP'ê hatine wergirtin, Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bersiva erênî dane daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglû. Ji ber merasîmên cenaze û serxweşiyê yên mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, dema hevdîtinê nehatiye diyarkirin. Lê belê tê gotin ku rayedarên HDP û CHP ji bo diyarkirina roja hevdîtinê, di nava hewldanan de ne.
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî bersiva neyînî dabû daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglû.