HDP’ê banga tevlîbûna rûniştina Qetlîama Enqerê kir

HDP’ê ji bo rûniştina Qetlîama Eenqere ku wê sibe pêk were, banga tevlîbûnê kir.

Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Doza Qetlîama 10’ê Cotmehê banga tevlîbûnê kir.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

“Wê di navbera dîrokên 31-2’yê Tebaxê de li Kamusa Girtîgeha Sîncarê rûniştina koma 10’emîn a Doza Qetlîama Enqerê ya 10’ê Cothemê pêk were. Li bendê ye di vê rûniştinê de biryar li ser bersûcan were dayîn.

Weke Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê bang li hemû hempîşeyê xwe dikin ku 31-2’yê Tebaxê bi malbatên 10’ê Cotmehê re bibin destek û tevlî rûniştin li Kampusa Girtîgeha Sîncarê ku pêk were bibin.

Cih: Edliyeya Kampusa Girtîgeha Sîncar a 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqere

Saet: 09:00.”