HDP'ê 5'emîn salvegera xwe pîroz kir

HDP’ê bi beşdariyeke bi coş salvegera xwe ya 5’emîn pîroz kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 5'emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de Hevserokê sazumankarê HDP'ê Yavûz Onen û Fatma Gok, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku ji peywirê hat girtin Ahmet Turk, Parlamenterên HDP'ê, Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit, Hevparên HDK'ê, Serokê Giştî (DİSK) Kanî Beko, û gelek hunermend û siyasetmedar amade bûn.

Li salonê bi Kurdî û Tirkî pankartên "Bi Karker û kedkaran sala 5'emîn", "Bi azadiya jinê sala 5'emîn", "Bi wijdan û edaletê sala 5'emîn", "Bi şewirmendî û xweh û biratî sala 5'an", "Bi hevî û wêrekî sala 5'an", "Bi hezkirin û aştiyê sala 5'emîn" û bi pankarta kesên di şerên Sûr, Cizîr, Şîrvan, Soma, Roboskê de jiyana xwe ji dest dan li ser hebû ya "Em we ji bîr nakin" hatin daliqandin. Dîsa wêneyên Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û hevseroka berê Fîgen Yuksekdag û parlamenterên girtî hatin vekirin.

Şahî bi silavkirin û xwendina helbestê dest pê kir. Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder helbesta Adnan Yucel a "Heta ku rûyê erdê bibe rûyê evînê" xwend.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, axaftina vekirinê kir û wiha got: "Ji avakirina partiyê heta niha me bi sedan hevalên xwe winda kirin. Li Pirsûs, Enqere, Cizîr, Sîlopya û komkujiyên din bi sedan hevalên me hatin kuştin. HDP li dijî êrîşên topyekun berxwedanek topyekun dimeşîne. Hêviyên me mezin in. Em ê bi hev re bi ser bikevin. 

HDP, ji bo aştî, demokrasî û edaletê bîne Tirkiye têkoşiya û têdikoşe. Ji bo keda demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê têdikoşe. Em di van êrîşên li dijî me pêk tên de dibînin ku em di têkoşîna xwe de çiqas mafdar in. Em dizanin ku li Tirkiye alternatifa gelên Tirkiye ya têkoşînê hebe ew jî HDP ya berxwedêr e. "