HDP dixwaze li Rihayê bibe partiya yekemîn
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê û namzetê rêza yekemîn Osman Baydemîr got, "Du ji sê Rihayiyan wê dengê xwe bidin HDP'ê."
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê û namzetê rêza yekemîn Osman Baydemîr got, "Du ji sê Rihayiyan wê dengê xwe bidin HDP'ê."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de dixwaze li Rihayê bibe partiya yekemîn. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê û namzetê rêza yekemîn Osman Baydemîr got, "Du ji sê Rihayiyan wê dengê xwe bidin HDP'ê."
Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Rihayê, bi civînekê, namzetên xwe yên parlamenteriyê bi raya giştî re da naskirin. Di civîna ku nûnerên medya xwecihî û neteweyî lê amade bûn de, tevî namzetên parlamenteriyê rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyan jî beşdar bûn.
Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Sevda Çelîk Ozbîngol di axaftina vekirinê ya civînê de got, "Li hemberî kesên dixwazin welêt têxin ser rêyeke veger jê nîne de, gelên me wê helwesta xwe ya di 7'ê Hezîranê de nîşan da, di 1'ê Mijdarê de xurttir bikin."
Ferîdûn Yazar ku di lîsteya bajêr de navê nû ye li vir peyivî û destnîşan kir ku yên dîktatoriyê dixwazin wê deng bidin AKP'ê, yên aştî û aramiyê dixwazin divê dengê xwe bidin HDP'ê. Siyasetmedarê xwedî tecrûbe Yazar got, "HDP çiqasî xurt be, gel çiqasî hev bigire û bi xurtî cihê xwe di meclîsê de bigire, wê aştî, hiqûq û demokrasî jî di wê astê de bi pêş bikeve. Wê aramî bê tevahiya Tirkiyeyê."
Namzeta rêza çaremîn parlamenter Leyla Guven jî da xuyakirin, ku dengê hêz û derdorên li derveyî sîstemê hatine hiştin, di 7'ê Hezîranê de bi xurtî derket û anî ziman ku ev hêzên aştî û azadîxwaz, wê niha derseke mezintir bidin dîktatoriyê.
DUBAREKIRINA HILBILJARTINÊ, ÊRÎŞA LI DIJÎ VÎNA GEL E
Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr herî dawî mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê naşibin ti ji hilbijartinên dîroka Komarê. Baydemîr da zanîn ku ev hilbijartina di nava herikîna xwezayî ya demokrasiyê de pêk nayê, êrîşek li hemberî vîna azad a gelê Rihayê ye.
Baydemîr got, "Di 7'ê Hezîranê de Ereb, Tirkmen, Kurd, Ermenî, Suryanî, oldar, Elewî, Sûnî, Xiristiyan, Roman çiqas cihêrengî hebe, cihê xwe di parlamentê de girtin. Di dîroka komarê de rewşeke din a nû derket holê. Ji sedî 95 ê civakê di nava parlamentê de hat temsîlkirin. Lê belê yên ku bi tena serê xwe nebûn desthilatdar, yên ku bi gotina '400 wekîlan bidin bila ev kar bi aramî hal bibe' di serokatiyê de israr kirin, yên ku Tirkiye ber bi tarîtiyeke nediyar ve dehf dan, israr kirin ku hilbijartineke din bi gel bidin kirin."
RIHA BÛ XWEDÎ TEMSÎLEKE XURT
Baydemîr da xuyakirin, ku di nava demeke kurt a 4 mehan de, Riha yekemcar ewçend bi xurtî hatiye temsîlkirin û got, "Yên ku sê serdeman li parlamentê man, lê ji bilî sondxwarinê deng ji wan derneketin, endamên vê desthilatdariyê bûn."
Osman Baydemîr ragihand, ku di çarçoveya vê tabloyê de Tirkiyeyê HDP weke firsend dîtiye û destnîşan kir ku ew ê nehêlin ev firsend ji dest biçe. Baydemîr diyar kir ku du ji sê parên Rihayiyan wê dengê xwe bidinw an û got, "HDP wê li Rihayê, li bajarê Xelîl û Rehman bibe partiya yekemîn. Ji ber ku HDP Riha ye, Riha HDP ye."