HDP: Divê penaber ji destê bazirganên mirovan werin rizgarkirin

Gulsem Agaoglû a HDP’yî bal kişand ser êşkenceya li ser penaberên Pakistanê û got, “Divê penaber ji destê bazirganên mirovan werin rizgarkirin.”

Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû daxuyanikeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir:

“57 penaberên ji Pakistanê li Stenbolê li bodrûmeke Arnavûtkoyê ji dest û piyê xwe hatine zincîrkirin. Ev rewş bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Meseleya koçber û penaberan her ku diçe kronîktir dibe û li ser meseleyê bi milyar dolaran pere dizivire û ev tişt rê li ber gelek trajediyan vedike.”

‘BERPIRSÊ WÊ YÊ SIYASÎ AKP YE’

‘Bazirganên vî karî, bi gelek pereyan bi nêta ku wê penaberan bibe Ewrûpayê, gelek kesan dixapîne. Mexdûriyeta bi deh hezaran kesan, di çarçoveya sûcên li dijî mirovayetiyê ye.

Gelekî eşkere ye ku AKP li dijî van bazirganan têkoşînê nake û berpirsê van mexdûriyet û trajediyan AKP bi xwe ye.

Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku ji bo eşkerekirina van şebekeyên sûc û pêşîlêgirtina trajediyan, bila têkevin nav hewldanan.”