HDP: Divê NY derhal lêkolînan bike
HDP'ê destek da daxuyaniya duh a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Cizîrê. HDP'ê ji NY xwest, biryara xwe bi cih bîne û got, "Divê destûr bê dayîn ku heyeta NY derhal lêkolînê bike."
HDP'ê destek da daxuyaniya duh a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Cizîrê. HDP'ê ji NY xwest, biryara xwe bi cih bîne û got, "Divê destûr bê dayîn ku heyeta NY derhal lêkolînê bike."
Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Balûken dan xuyakirin, ku piştî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Cizîrê, divê destûr bê dayîn ku derhal heyeteke Neteweyên Yekbûyî lêkolînan bike.
Demîrel û Balûken daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Em dixwazin ragihînin, ku ji ber daxuyaniya lêkolînkirina heyeteke serbixwe ya NY li Cizîrê ya ji aliyê Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY Zeyd Raad el Huseyîn, kêfxweş in û vê daxuyaniyê bi erênî pêşwazî dikin."
Cîgiran dan zanîn, ku Komîserê Bilind di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser berpirsyariya dewletê ya parastina gel ji bûyerên şîdetê û gotin, "Girîng e ku Komîserê Bilind destnîşan kiriye ku divê dewlet hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide ku ev hiqûq binpêkirina mafên mirovan, îşkence, kuştinên bê daraz, şîdeta kujer û binçavkirina kêfî yên dewletê qedexe dike."
Di daxuyaniyê de hat bibîr xist, ku têkildarî wehşeta li jêrzemînên li Cizîrê wan gelek caran bang li Neteweyên Yekbûyî, Parlamenta Ewropayê û gelek saziyên navneteweyî kiribûn, ku mijarê lêkolîn bikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku divê Neteweyên Yekbûyî şopdarê vê biryara xwe be û hat gotin, "Em li bendê ne ku hikûmet jî, di serî de Cizîr li deverên hatine dorpêçkirin û sivîl lê hatine qetilkirin, ji bo hemû aliyên mijarê bên ronîkirin destûrê bide heyeta Neteweyên Yekbûyî ji bo were lêkolîn bike."