HDP: Divê hukûmet berpirsyartiyên xwe bi cih bîne
HDP: Divê hukûmet berpirsyartiyên xwe bi cih bîne
HDP: Divê hukûmet berpirsyartiyên xwe bi cih bîne
HDP’ê piştî hevdîtina bi Wezîrê Navxweyî yê Tirk Efkan Ala re pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest ji bo berterefkirina xeteriya komkujiya li Kobanê, ji bo bilezkirina pêvajoya çareseriyê û ji bo nêzîkatiyên li hemberî bûyerên civakî hesasiyeta pêwîst were nîşandan.
Şandeya HDP’ê ya ji Cîgirên Serokê Koma HDP’ê ya Meclîsê Îdrîs Balûken û Pervîn Buldan, û Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk hat, bi Wezîrê Navxweyî yê Tirk Efkan Ala re li avahiya wezaretê hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinê de terora dewletê ya li dijî çalakiyên Kurdan ên ji bo piştgiriya Kobanê hate axaftin.
HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî derbarê hevdîtinê de weşand û hate diyarkirin ku piştî pevçûn dest pê kirine, wana vê êvarê bi Wezîrê Navxweyî Efkan Ala re hevdîtin pêk anîne. Şandeya HDP’ê da zanîn ku wana pêşniyar, nêrîn û tesbîtên xwe yên derbarê Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinar ê li Pirsûsê û bûyerên ku bûn sedem ku 25 kes jiyana xwe ji dest bidin, ji Ala re ragihandine.
'BILA XETERIYA KOMKUJIYÊ BÊ BERTEREFKIRIN Û PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BÊ BILEZKIRIN'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji bo bûyer û tengasiyê mezintir çênebin rêbaza sereke diyalog e. Em bi vê ramanê hewl didin ku hevdîtinên xwe yên bi rayedarên hukûmetê re berdewam bikin.” HDP’ê xwest ku ji bo berterefkirina xeteriya komkujiya li Kobanê, ji bo bilezkirina pêvajoya çareseriyê û ji bo nêzîkatiyên li hemberî bûyerên civakî hesasiyeta pêwîst were nîşandan û bang li hukûmetê kir k berpirsyartiyên dikeve ser milê xwe bi cih bîne.