HDP: Divê AKP dest bi muzakereyê bike

HDP'ê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê aşkera kir û got, "Divê AKP, xeta 'heta dawiyê şer' a rê li ber êş û berdêlên giran vekir biterikîne û li xeta çareseriya muzakere û diyalogê vegere."

HDP'ê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê aşkera kir û got, "Divê AKP, xeta 'heta dawiyê şer' a rê li ber êş û berdêlên giran vekir biterikîne û li xeta çareseriya muzakere û diyalogê vegere."

HDP'ê, tespît û biryarên civîna Meclîsa Partiyê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkera kir.

Di encamnameyê de hat ragihandin ku şerê ji aliyê AKP'ê ve hat destpêkirin û heta roja îro rê li ber mirina gelek mirovan vekir, li Lice, Gimgim, Farqîn û herî dawî jî li Gever û Cizîrê bi êrîşên li dijî gelê sivîl dewam dike.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku zext li gelê kurd tê kirin mîna salên 90'î careke din koç bike û hat gotin, "Îlanên herêma ewlekariyê ya leşkerî û êrîşên çekdarî yên li dijî gel, ji bo koçkirina gel hatine kirin. AKP a ku Tirkiyeyê ber bi şerekî giran ve dibe, bi krîmînalîzekirina vîn û daxwaza xwerêveberiyê ya gel re, li dijî gel şer daye destpêkirin. Siyasetmedar û nûnerên gel ên hatine hilbijartin tên girtin, siyasetmedarên jin rastî pêkanînên zayendî tên û weke ku di mînaka Ekîn Wan de hat dîtin, cenazeyên jinan dibin hedefa tolhildaneke zayendî."

'DIVÊ AKP XETA XWE YA ŞER BITERIKÎNE Û LI MUZAKEREYÊ VEGERE'

Encamnameyê bi vî rengî dewam mkir: "Di serî de xizmên leşkeri polîs, sivîl û gerîla, tevahiya gelên Tirkiyeyê nema dikare xwe li şer û windahiyan rabigire. Daxuyaniya rayedarên KCK'ê ya 'ji agirbesta dualî re erê', di rêya vekişîna tiliyan ji ser tetîkê de gaveke girîng e. Divê hikûmet bersiva pêwîst bide van daxuyaniyan û ya pêwîst bike. Divê AKP, xeta 'heta dawiyê şer' a rê li ber êş û berdêlên giran vekir biterikîne û li xeta çareseriya muzakere û diyalogê vegere.

Em careke din destnîşan dikin, ku aştî ji hilbijartinê girîngtir e. Têkoşîna aştiyê li pêşiya rêxistinên partiya me rojeva herî lezgîn e. Li dijî Qesra dibêje 'heta dawiyê şer', em dibêjin 'heta dawiyê aştî."

'WEZARETÊN ME WÊ TÊKOŞÎNA AŞTÎ, DEMOKRASÎ Û EDALETÊ BIMEŞÎNIN'

Di encamnameyê de li ser biyarên hatin stendin jî ev agahî hatin dayîn:

"Meclîsa Partiya me, biryara Desteya Rêveberiya navendî ya 'cihgirtina li nava hikûmeta hilbijartinê ya destûra bingehînî' erê kiriye. Ji bo me hikûmeta hilbijartinê qadeke têkoşînê ye. Wezîrên me wê li dijî derba Qesrê, li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê têkoşîna aştî, demokrasî û edaletê bimeşînin.

Meclîsa Partiya me ji bo namzetên hilbijartinên 1'ê Mijdarê rêbaza 'venêrîna navendê' pejirandiye û ji bo diyarkirina namzetan erk daye Desteya Rêveberiya Navendî.

Ji destûrnameya şerê Iraq-Sûriyeyê re Koma me ya Meclîsê wê bêje 'Na'.

Di çarçoveya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de em bang li Bloka Aştiyê ku em jî yek ji pêkhateyên wê ne û hemû hêzên demokrasî, ked û aştiyê dikin ku dengê aştiyê li her qadê bilind bikin."