Berpirsyarê Komîsyona Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Alîkarê Hevserokê Giştî Ûmît Dede têkildarî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser endamên partiyê daxuyaniyek nivîskî da.
Dede da diyarkirin ku di encama êrîşên destgîrkirinê yên van 2 rojên dawî yên li Stenbol, Edene, Bursa, Kocaelî û Antepê de 143 kesên ku piraniya wan ciwanin hatin destgîrkirin. Di heman demê de Dede têkildarî medyaya desthilatê jî got ku weke her carê medyaya desthilatdar xwe li bi kirasê dadgeriyê dipêçe, siyasetmedar û aktîvîstên sivîl bi gotina ‘21 terorîst hatin destgîrkirin’ wan dikin hedef.
Dede di berdewamiya axaftina xwe de got ku desthilata AKP-MHP tirsa ku jiyan dike bi rêbazên faşîzan li hemberî siyasetmedarên HDP’ê bi polîtîkayên helandinê, destgîrkirin û bi êrîşan dixwaze vê tirsa xwe veşêre, ev furyeya destgîrkirinê ya li dijî saziyên demokratîk û partiya wan, ti şîroveyên wê yên hiquqî nîne.
Dede di dawiya axaftina xwe de ji bo kesên hatin destgîrkirin wiha got: “Pêwîste ev êrîşên bêhiquq yên li dijî demokrasî û mafê parastinê were sekinandin û hevalên me yên hatîn destgîrkirin werin berdan.”