HDP di rêza 11. a pisûlayê de ye
Piştî ku 11 partiyan xwe ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê vekişandin, rêza partiyên siyasî ya di pisûlaya dengan de guherî.
Piştî ku 11 partiyan xwe ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê vekişandin, rêza partiyên siyasî ya di pisûlaya dengan de guherî.
Ji 31 partiyên siyasî yên beşdarî hilbijartinê dibin 11 partiyan, tevî ku şert û mercên tevlîbûna wan hebû jî biryar dan xwe ji hilbijartinê vekişînin.
Bi vî rengî bi giştî 20 partî wê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li ber xwe bidin. Lê belê ji van partiyan Partiya BBP (Buyuk Bîrlîk Partîsî) diyar kir ku ew ê di bin sîwanê Partiya Saadetê de beşdarî hilbijartinan bibe.
Bi vî rengî hejmara partiyên di pisûlaya dengan de cih digirin, daket 10'an û cihê partiyan hat guhertin.
Li gorî vê yekê MHP a di rêza 18. de bû daket rêza 10. HDP a di rêza 19. de bû daket rêza 11. CHP a di rêza 22. de bû daket rêza 13 û AKP a di rêza 23. de bû daket rêza 14.
Partiyên xwe ji hilbijartinan vekişandin ev in: Hur Dava Partîsî, Halkin Yukselîşî Partîsî, Hak ve Ozgurlukler Partîsî, Demokratîk Gelîşîm Partîsî, Mûhafazakar Yukselîş Partîsî, Hak ve Adalet Partîsî, ODP, Genç Partî, Îlk Partî, Hak ve Eşîtlîk Partîsî, Turkiye Komunîst Partîsî.