HDP: Desthilatiya siyasî xwendekaran dike hedef

HDP: Desthilatiya siyasî xwendekaran dike hedef

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî zextên li zanîngehan li dijî xwendekarên Kurd, demokrat û şoreşger pêk tên da û got: “Mixabin komên nîjadperest ên êrîşkar bi satoran, têne parastin, lê xwendekarên rastî van êrîşan tên têne binçavkirin.” Beştaş destnîşan kir ku hikûmet ji nerazîbûnên civakê yên li dijî bêedaletî, newekhevî û neheqiyên ku hikûmetê bi xwe afirandiye, ditirse û got: “Em ê êrîşên li zanîngehan li dijî ciwanan pêk tên û lêpirsînên neheq heta dawiyê bişopînin.”

Alîkara Hevserokên Giştî ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş daxuyaniyeke nivîskî têkildarî êrîşên nîjadperest û hewldanên lînckirnê weşand û bal kişand ku bi taybet di van demên dawiyê de êrîşên nîjadperest û hewldanên lînckirinê li dijî xwendekarên Kurd, şoreşger û demokrat zêde bûne.

Beştaş destnîşan kir ku hikûmet xwendekarên zanîngehê dikin hedef û bi bîr xist ku êrîşa herî dawî ya li Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Ankarayê encamek ê van polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ne. Beştaş got: "Li Zanîngeha Bolu Abant Îzzet Baysalê 44 xwendekar hatin binçavkirin û ev yek jî encamek ên van polîtîkayan in.”

Beştaş destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê li hemberî êrîşên li dijî xwendekaran pêk tên, ti tedbîran nagirin û got ku xwendekarên ku xwestin roja 17’ê Mijdara 2014'an de balê bikişînin ser êrîş û hewldanên lîncê yên li dijî xwendekaran pêk tên û diyar kir ku polîs bi zorê ketine hindurê zanîngehê û zorî li xwendekaran kirine.” Beştaş destnîşan kir ku li Zanîngehên Kayserî û Çanakaleyê jî êrîşên wiha li dijî xwendekarên Kurd pêk tên."

HIKÛMET JI NERAZÎBÛNÊN CIVAKÎ DITIRSE

Beştaş got: “Mixabin komên nîjadperest ên êrîşkar bi satoran têne parastin, lê xwendekarên rastî van êrîşan tên têne binçavkirin.” Beştaş destnîşan kir ku hikûmet ji nerazîbûnên civakê yên li dijî bêedaletî, newekhevî û neheqiyên ku hikûmetê bi xwe afirandiye, ditirse û got: “Em ê êrîşên li zanîngehan li dijî ciwanan pêk tên û lêpirsînên neheq heta dawiyê bişopînin. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku destekê bidin têkoşîna me ya di vî warî de.”