HDP: Desthilatdariya AKP û MHP’ê kujerên Medenî Yildirim diparêze

HDP’ê Medenî Yildirim bi bîr anî û diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê kujerên Yildirim diparêze.

Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Umît Dede bi wesîleya qetilkirina Medenî Yildirim daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Dede got ku, “Di 28’ê Hezîrana 2013’an de li gundê Kayacikê ya Licêya Amedê di dema protestokirina qalekola de jendirmeyan gule li ser gel reşandibûn, Medenî Yildirim hatibû qetilkirin û 9 kes jî birîndar bûbûn.”

Dede diyar kir ku heta 18 salan ceza li leşkerê bersûc Adem Çîftçî hatibû birîn lê Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 7’emîn biryara beraatê da.

Dede got ku, “7 sal j ser qetilkirina Yildirim derbas bû lê hê jî doz didome. Rûniştin bi qasî 8 deqîqeyan didome û daxwazên parêzeran tê derengxistin û wekî dosyeyên din ên qetlîaman rêya biryara beraatê tê vekirin.”