HDP: Daraz bi awayekî wekhev û adil nêzî partiya me nabe

Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê ya ji Mafê Mirovan û Hiqûqê berpirsyar Meral Daniş Beştaş diyar kir ku daraz bi awayekî wekhev û adil nêzî partiya wan nabe.

Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê ya ji Mafê Mirovan û Hiqûqê berpirsyar Meral Daniş Beştaş diyar kir ku daraz bi awayekî wekhev û adil nêzî partiya wan nabe.

Beştaş got, "Partiya me di van mehên dawî de bûye hedefa êrîşên zincirkirî yên wek kampanyayeke ku lînca siyasî ya li ser Hevserokên me tê meşandin.”

'TEVÎ ÊRÎŞÊN KUŞTIN, BOMBERKIRIN Û HWD. ÊRÎŞAN GILıYÊN ME KIRIN BÊ ENCAM MAN'

Beştaş diyar kir ku di encama polîtîkayên dewleta Tirk de rastî kuştin, bombekirin, şewat, serdegirtin, lêpirsîn, heqaret, tehdît, êrîşên daxistina afîş û tabele û lîncan hatine. Tevî vê jî giliyê kirine bê encam mane.

Beştaş, di daxuyania xwe de bal kişand ser van  xisûsan: “Bi qasî zêdebûna êrîşên li hember partiya me lêpirsîn û biryarên neşopandinê yên li hember gilîkirinê di nezera partiya me de li hember meqamên darazê  dibe sedema guman û bêbaweriyê.”