HDP çû serdana DÎSK’ê: Divê têkoşîn were geşkirin

Heyeta HDP’ê di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de çû serdana DÎSK’ê. Heyetan peyama têkoşîna hevpar dan.

HDP a ku Meşa Demokrasiyê didomîne di roja çaran de çû serdana Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK).

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, Alîkara Hevserokatiya Giştî Şaziye Kose, parlementera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kûrtûlan û Endamê Meclîsa Partiyê Dogan Erbaş di nav heyeta HDP’ê de cih girtin.

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û Sekreterê Giştî Adnan Serdaroglû heyeta HDP’ê pêşwazî kir.

Olûç diyar kir ku duh li Amedê êrîşî parlementerên wan hatiye kirin lê ev êrîş wê nikaribe meşa wan asteng bike. Olûç got ku “Çalakiyên me wê di 5 qonaxan de bidome. Ya yekemîn Meşa Demokrasiyê ye wê di 20’ê mehê de li Enqereyê bi dawî bibe. Piştre em ê derbasî qonaxên din bibin. Li ser vî esasî em diçin serdana hemû kesan.”

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû jî diyar kir ku astengkirina meşa HDP’ê nayê qebûlkirin û got, “Divê em li kêleka hev têkoşin. Ji ber ku di vê serdemê de li dijî kedkar û hêzên demokrasiyê êrîşeke zêde heye.”