HDP: Biryara Trûmp dibe ku şerekî mezin bi xwe re bîne!

HDP’ê li dijî wê derket ku Trûmp Quds bi paytextbûna Israîlê nas kir, xwest ku ji vê biryara xwe vegere.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê biryar li ser Qudsê ya Serokê DYA’yê Trûmp îro daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Trûmp bi biryara li ser Qudsê fitîla şerekî herêmî pêdixe’’.

‘DIBE KU JI ŞEREKÎ MEZIN RE BIBE ZEMÎN’

‘’Em naskirina Qudsê ya bi paytextbûna Israîlê ya ji hêla Serokê DYA’yê Donald Trûmp ve, wiha dinirxînin ku derbê li hewldanên aştiyê yên ji bo kêşeya Israîl- Filîstînê dixe û her wiha vê bi hewldaneke pir provakatîf a taloke dibînin ku demildest ev biryar divê were rawestandin.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku ev biryara ku hatî standin bi rengekî vekirî li dijî hiqûqa navnetewî û biryara Neteweyên Yekbûyî ye û dema ku li karîgeriya wê ya pêkan û dema wê mirov bifikire ji geşedanên siyasî yên li welatên Rojhilata Navîn cuda nikare were nirxandin.

HDP’ê şerê li Iraqê û Sûriyê, şerê desthilatdariyê yê li Siûdî, amborgoya li ser Yemenê, nearamiya siyasî ya li Lubnanê bi bîr xist û diyar kir heke ev giş bi hev re werin dîtin, ev biryar wê kêşeya Israîl û Filîstînê girantir bike, dibe ku ji şerekî wiha yê mezin re bibe zemîn ku rejîma Îran û Siûdî jî di nav de hemû herêmê bide ber xwe û bişewitîne.

‘AKP BI GUR RE DIXWE, BI ŞIVÊN RE DIGIRÎ’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê meseleya Filîstînê ji xwe re kiriye amûra siyasî ku pê dixwaze puanan di dest ve bîne û peymana di navbera AKP’ê û Israîlê de ya 28’ê Hezîrana 2016’an a ji bo ku bûyera Mavî Marmaya bi bîr xist, ku di peymanê de tê gotin peyman di navbera Enqerê û Qudsê de pêk hatiye û ev peyman her wiha ji hêla hikûmetê ve hatiye îmzekirin, li Meclîsê jî hatiye pejirandin. HDP’ê diyar kir ku tenê HDP li dijî vê peymanê dengê ‘NA’ daye.

HDP’ê ji vê siyaeta AKP’ê re got, ‘’siyaseta ku bi gur re dixwe û bi şivên re digirî.’’

‘TRÛMP DIVÊ BI PAŞ VE GAV BAVÊJE’

HDP’ê bi domdarî got Quds malxweyîtî li sê dînên semawî kiriye; bi mizgef, dêr û kenişteyên xwe ji bo Misilman, Xiristiyan û Yahûdiyan bajarekî pîroz e, bi sosyolojiya xwe ya pirrengiya dîrokî, çandî antîteza her cure siyaseta yekreng e û biryara Trûmp a li ser Qudsê diyarbûna mantiqê yekreng ku li Tirkiyê ew hînê wê bûne.

HDP’ê bang li Trûmp kir got, ‘’Em bang li Serokê DYA’yê Trûmp dikin ku ji vê biryara xwe ya bê berpirs û taloke vegere, em bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navnetewî dikin ku li dijî vê biryarê bibe xwedî helwesteke çalak.’’

HDP’ê herî dawî got hevgirtina wan a bi gelê Filîstînê û têkoşîna wan re, li dijî her cure biryarên yek alî diyar e, Quds û hemû xaka Rojhilata Navîn çand, gel, bawerî û zimanên cihê vedihewîne û hemû pêşniyarên çareseriyê yên dîrokî, siyasî, civakî û aştîxwaz li ser vê zemîna vê rastiyê, bi hişmendiyeke danûstandinê dikare were avakirin.