HDP bi Sekreterê Giştî yê KE û Seroka MPKE’yê re civiya

Heyeta HDP’ê ya di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan de, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropa (KE) û Seroka Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropa (MPKE) Lîlîane Maûry Pasqûîer re civiyan.

Heyeta HDP’ê ya ku çend roj in li Strasboûrgê civînên dîplomatîk lidar dixin, bi rêveberê KE û MPKE re civiyan.

Heyeta HDP’ê ya di  bin serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan de: Serokwekîlê Meclîsê Prof. Mîthat Sancar, Alîkarê Serokê Perpirsê Têkiliyên Karê Derve û endamê MPKE Hişyar Ozsoy, Endama MPKE û parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Nûnerê HDP’ê yê KE Faîk Yagizay cih digirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin; di hevdîtina mijara gotinê de heyeta HDP’ê daxwaz  kir ku muxatab berpirsyariyên xwe bi cih bînin û erka bikeve ser milên wan bicih bîne.

Di hevdîtinê de zextên qedexekirina çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê, girtina hevserokên berê yên HDP’ê, wekîl, rêveberên partî û xebatkaran, dîsa bi awayekî giştî binpêkirina mafê mirovan, girtina endamê Kongreya Rêveber a Xwecihî ya Konseya Ewropa û seroka Şaredariya Dersim Leyla Guven tevî ku hatiye hilbijartin li girtîgehê ye, rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd û hilbijartinên herêmî ya sala 2019’an hatine destgirtin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ku ji nêzîk ve dosyaên Tirk ên dezgehên rayedarên KE û MPKE ên demeke dirêj li gel heyeta HDP’ê civiyan, rayedaran aniye ziman ji bo niha daxuyanî dayîn ne gucaw e. Lê dîsa li gorî heman çavkaniyê, KE û MPKE’yê ji rewşa Tirkiyeyê ya her diçe xirab dibe di asteke cidî de bi fikar in, bi xwe jî di wê ferqê de ne ku di warê sazîbûnê de cidîbûna wan hejiya ye.

Li gorî agahiyên ANF’ê bi dest xistî, Komîseriya nû ya Mafê Mirovan a Konseya Ewropa Dûnja Mîjatovîç hefteya bê wê di asta fermî de serdana Tirkiyeyê bike.

Li gel vê ji beriya hilbijartin herêmî yên 2019’an heyetek ji Kongreya Rêveberiya Herêmî ya Konseya Ewropa ji bo raporek amade bike, wê serdana Tirkiye û Kurdistanê bikin.

Hevdîtinên dîplomatîk ên Heyeta HDP’ê ya di bin sêwana Konseya Ewropayê de çar roj in dewam dike. Hevdîn vê Înê bi dawî bûn.