HDP bi 22 sefîran re civiya

HDP bi sefîrên li Enqereyê yên 22 welatên Yekîtiya Ewropayê civîneke li ser înternetê li dar xist. Di civînê de qala kirinên qirkirina siyasî ya desthilatdariya AKP û MHP’ê hate kirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevkên Têkiliyên Derve Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy bi sefîrên welatên Yekîtiya Ewropayê re li ser înternetê civiyan.

15 jê sefîr ji 22 sefaretan nûner tevlî civînê bûn. Sancar derbarê darbeya siyasî, Meşa Demokrasiyê û geşedanên li welat axivî. Sancar ji xeynî Meşa Demokrasiyê ya li dijî Darbeyê derbarê desteserkirinên qeyyûman jî nirxandin kir.

Sancar diyar kir ku rejîmên totalîter ev şewb ji xwe re kirine firsend û bal kişand ser vî tiştî ku bi şewbê re êrîşî şaredariyên Kurdan hate kirin, di heman demê de parlementeriya parlementeran hate desteserkirin û dozên KCK’ê bi destê AKP’ê li dijî HDP’ê hate bikaranîn.

Beşdaran derbarê senaryoyên tifaqê yên di navbera partiyên mûxalefetê de, bandora şewbê ya li ser aboriya Tirkiyeyê jî pirs ji Sancar kirin. Sancar bal kişand ser têkiliya aborî û siyasetê û diyar kir heta ku pêşiya demokratîkbûnê neyê vekirin wê aborî baş nebe û wê krîz di demên pêş de jî bidome.