HDP a Sûltangaziyê kongreya xwe ya asayî pêk anî

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Sûltangaziyê kongreya xwe ya asayî pêk anî.

Rêxitina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sûltangaziyê, yekemîn kongreya xwe ya asayî li avahiya xwe lidar xist.

Serokê Mala Cemê ya Gazî Hidir Karataş li vir axivî. Karataş diyar kir ku ji bo aştiyê li Tirkiyeyê berdêl didin û got: “Her demê li vî welatî mirovahiyê berdêl daye. Mirovahî ji bo aştiyê berdêl didin, berdêl didin û wê hê jî bidin. Tevî hemû êrîş û zextan em kongreya xwe lidar dixin. Ji ber ku ti demê me serî ne tewand û serî natewînin.

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) a navçeya Eyup Îmam Balsever jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Rêberê Gelê Kurd di bin tecrîdê de ye. Em dixwazin agahiyek jê bigirin.”

Piştî rapora xebat û daraiyê û şûnde derbasî hilbijartinê bûn. Îsmaîl Aktaş û Fatma Yilmaz bûn hevserokên nû yên Sûltangaziyê.