HDP: Çeteyên DAIŞ’ê hebûna xwe li Tirkiyê didomînin

Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrul derbare hebûna çeteyên DAIŞ’ê ya li Tirkiyê pêşniyarname û pirsnameyek da.

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl derbarê çeteyên DAIŞ’ê pêşniyarnameyên pirs û lêkolînê dan.

TogrUl bal kişande ser rapora derbarê DAIŞ’ê ya bi navê ‘’Şervanên Biyanî û Talokeya yên ku Vedigerin’ a ku saziya Soufan Centera ya Amerîkayê amadekirî û got çeteyên DAIŞ’ê dema ku derbasî Sûriyê bûne ji Tirkiyê derbas bûne û her wiha di dema vegerê de jî ji Tirkiyê derbas bûne. Togrul diyar kir ku di vê raporê de tê gotin ji Tirkiyê 1500 kes tevlî nav çeteyên DAIŞ’ê bûne.

‘TIRKIYE YEK JI RÊYA SEREKE YE KU JÊ DERBAS DIBIN’

Togrul di pêşniyarnameyan de diya kir ku dema ku çeteyên DAIŞ’ê li welatê xwe û li Tirkiyê vedigerin rêya sereke ya ku bi kar tînin Tirkiye ye û endamên DAIŞ’ê yên ku ji Sûriyê û Iraqê têne kişandin li Tirkiyê bi rehetî dikarin xwe kamufle bikin û bi pêkanîna çalakiyên hovane dikarin rewşeke taloke bi xwe re bînin.

‘HEBÛNA XWE DIPARÊZIN’

Togrul bi domdarî diyar kir, li gel operasyonên ku li ser endamên DAIŞ’ê têne kirin jî ew bawer dikin ku DAIŞ hebûna xwe li Tirkiyê bi rengekî xurt didomîne, ji bo ku endamên DAIŞ’ê siberojê nebin sedema zêdetir xwînê û mirina mirovan ew ew bawer dikin ku divê tevdîrên hewce werin girtin û lêpirsînên berfireh werin kirin.

PIRS

Pirsên ku Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrul bi sedema ku Wezîrê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylu bibersivîne:

‘’Bi ragihandina Rewşa Awarte re li Dîlokê dawî li xebatên çend komeleyan hat? Ji van komeleyan çend jê bi rêxistina terorê DAIŞ’ê re têkildar bûn?

Ji ber çi sedemê komeleyên ku Yunus Durmaz û Baha Alden Najeep endamên wê yên damezirîner in û seroktiya wê kirine nayên girtin? Ji bo girtina komeleyên ku li ser wan ew fikr heye ku xebatên DAIŞ’ê dikin hûn ê tiştekî bikin?

Çi ji Baha Alden Najeep, serokê Komeleya Pêşvebirina Ciwanên Sûriyê û Perwerdehiyê, hatiye ku ew fikr li ser heye ku piranî jê 56 Kurdan e ku li Dîlokê bi teqînekê jiyana xwe ji dest dan?

Li gorî rapora Platforma Hevpar a Mafê Mirovan tenê di 5 mehên pêşî yên Rewşa Awarte de 425 komele hatin girtin. Li gel ku ev qas komele bisedema Rewşa Awarte hatine girtin jî bi çi sedemê ew komeleyên ku vekirî bi DAIŞ’ê re têkildar in, nehatine girtin?

Piştî hewldana darbeyê bi ragihandina Rewşa Awarte re bi BHQ’yan di serî de komeleyên ku li ser binpêkirina mafan xebat dikirin bi sedan komele hatin girtin, gelo hûn van komeleyan ji komeleyên rêxistina terorê DAIŞ’ê zêdetir taloke dibînin?

Hikûmeta we her çendî seraqet dibêje ku ew li dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê têdikoşe jî bi çis edemê li dijî komeleyên DAIŞ’ê tênakoşe? Bi çi sedemê çavê xwe ji van komeleyan re tê girtin ku DAIŞ bi rehetî di ser van komeleyan re rêxistiniya xwe dike?’’