HDP: 2 rojan herî kêm 99 kes hatin destgîrkirin

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran got, herî kêm 99 kes hatin destgîrkirin û got, "Beriya kongreyê dixwazin bitirsînin."

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran li ser operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de li Amed, Enqere, Dersim, Mêrdîn, Wan, Mersîn, Kocaelî, Mûş, Agirî û Stenbolê li gelek bajaran li dijî endamên partiya wan êrişên destgîrkirinê tên kirin û tevî ku hejmar ne zelal e herî kêm 99 kes hatin destgîrkirin.

Başaran bi bîr xist ku di nava kesên hatin destgîrkirin de rêveberên partiyê, xwendekarên zanîngehê û rojnamevan jî hene û got, "Beriya 4'emîn Kongreya me ya Asayî ku wê 23'ê Sibatê pêk were, hewl didin bi destê dadgeriyê krîmînalîze bikin. Bi operasyonên qirkirina siyasî dixwazin çavê welatiyan bitirsînin.

Em careke din bi bîra wan dixin ku bi operasyonên destgîrkirinê nikarin me bitepisînin. Em bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dikin ku piştgiriyê bidin siyaseta demokratîk, li ber bloka faşîst a AKP-MHP'ê rabin ku siyaseta tolhildanê dimeşîne. Yên ku bi rengekî nehiqûqî hatine destgîrkirin divê tavilê bên berdan."