HDK Hannoverê civîna xwe pêk anî

Hewldana HDK Hannoverê civîna xwe ya damezrandinê pêk anî. Di civînê de rêveberiyek ji 9 kesan û hevberdevk hatin hilbijartin.

Meclîsa Hannoverê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ku demeke dirêj e xebatên xwe yên ji bo damezrandinê dimeşîne, civîna xwe pêk anî. Tevî nûnerên Federasyona Komeleyên Karker li Elmanya Federal (FÎDEF), Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), AHDK, Komeleya Dersîmê, Partiya Ji nû ve Avabûnê ya Sosyalîst (SYKP), gelek şexsiyetên serbixwe jî tevlî civînê bûn.

Di encama civînê de rêveberiyek ji 9 kesan a Hewldana Meclîsa Hannoverê ya HDK'ê hatin hilbijartin. Yuksel Wesslîng û Kemal Celîl jî weke hevberdevkên hewldanê hatin hilbiajrtin.