HDK: Em bi hev re bimeşin û bi ser bikevin!
HDK'ê got, "Em bang li welatiyên xwe yên xwedî wijdan dikin ku di vê rêyê de em bi hev re bimeşin" û bal kişand ser girîngiya rêxistiniyê.
HDK'ê got, "Em bang li welatiyên xwe yên xwedî wijdan dikin ku di vê rêyê de em bi hev re bimeşin" û bal kişand ser girîngiya rêxistiniyê.
Encamnameya 7. Civata Giştî ya Asayî ya HDK'ê hat eşkerekirin.
Di encamnameyê de HDP'yiyên girtî hatin silavkirin û hat ragihandin, ku Tirkiye ev sal û nîveke di nava krîzek giran a rejîmê de ye, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an bi tinehesibandina vîna gel re darbeya sivîl dest pê kiriye û bi hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê re ev derbasî asteke nû bûye.
Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku desthilatdariyê bi mîlyonan demokrat kiriye hedefa xwe û bal hat kişandin ser zextên li medya, komele, zanîngeh û kedkarên cemaweriyê.
Di encamnameyê de hat gotin, "mezinkirina demokrasî û azadiyê erka me hemûyan e" û hat ragihandin, di bin navê "Serokatiyê" de "rêveberiya yek şexsî" tê ferzkirin. Hat destnîşankirin, ku ev tê wateya faşîzm, şer, zext, hilweşîn û zilmê.
'YA KU BÊÇARE YE, DESTHILATDARIYA AKP'Ê YE'
HDK'e banga têkoşîna hevpar û rêxistinbûnê kir û wiha dewam kir:
"Ji bo bidawîkirina Rewşa Awarte û qedandina binpêkirina mafên mirovan,
Ji bo veger li muzakereyên çareserî û aştiyê bê kirin, tecrîd û zexta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û hemû girtiyên siyasî were rakirin,
Ji bo pêkanîna modela jiyana aştiyane, wekhev a gelan ku xwe dispêre demokrasiya herêmî û rêveberiya ji cihê xwe,
Ji bo mafên kedê û ekolojiyê,
Li dijî desthilatdariya siyasî ya êrîşî hemû destketiyên azadiya jinê û tevgerên LGBTÎ dike,
Ji bo ciwan bibin xwedî mafê biryardayînê, em ê têkoşîna xwe hevpar bikin. Ji bo demokrasiyê em yekîtiya hêzê û têkoşîna hevpar bafirînin."
Di dawiya encamnameyê de hat gotin, "Em bang li hemû gelên xwe, kedkaran, bindestan, mûxalîfan, demokratan û hemû welatiyên xwedî wijdan dikin ku di vê rêyê de bimeşin û têkoşînê mezin bikin.
Li êrîşan nenêrin, ya bêçareser rejîma Erdogan-AKP'ê ye. Wê li Iraq û Sûriyeyê têk biçe, wê li hundir jî li pêşberî têkoşîna maf û bindestan têk biçe.
Yê bi ser bikeve, em in! Em hebûn, em hene, em ê hebin"