HDK'ê li ser operasyonên 'dîlgirtinê' daxuyaniyek da
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir, ji 9'ê Sibatê û vir ve li Stenbolê 150, li gelemperiya Tirkiyeyê jî li gorî agahiyên gihîştine ber destê wan 318 kes hatine binçavkirin.
Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir, ji 9'ê Sibatê û vir ve li Stenbolê 150, li gelemperiya Tirkiyeyê jî li gorî agahiyên gihîştine ber destê wan 318 kes hatine binçavkirin.
Pêkhateyên HDK'ê nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî dan, ku di rojên dawî de zêde bûne.
Kongreya Demokratîk a gelan (HDK) û pêkhateyên wê, li ser operasyonên binçavkirinê yên li dijî HDP, DBP û Tevgera Jinên Azad, li buroya HDK'ê ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist.
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî, Serokê Giştî yê Devrîmcî Partî Ûfûk Gollu, Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fadîme Çelebî, Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya, endamên Nor Zantonk, Serokê Platforma Komeleyên Başûrêrojhilat û Rojhilat Aldulhakîm Daş, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglû û gelek kes beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
'HÛN Ê MEHKÛMÊ NA BIBIN'
Hevberdevkê HDK'ê Onûr Hamzaoglû binçavkirin wekî "dîlgirtinê" bi nav kir û xwest hevalên wan ên di binê çavan de ne, demildest bên berdan. Hamzaoglû bal kişand li ser pêvajoya referandûmê ya ku wê di 16'ê Nîsanê de pêk were û wiha dewam kir: "Hevalên me yên ku hatine binçavkirin yên ku xebatên 'Na' didin meşandin in. Wan hewl dida ku 'Na' yên hemû kesan bikin yek. Desthilatdariyê kesên ku dengê 'Na' xurt dikirin girtin binçavan." Hamzaoglû komkujiyên pêvajoya 1'ê Mijdarê bibîr xist û wiha pêde çû: "Komkujiyên di pêvajoya 1'ê Mijdarê de hatin kirin ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Ji bo astengkirina 'Na' dibe ku komkujiyen nû pêk bînin. Haya me ji vê heye. Lê em ji wan natirsin û em ê li kolanan bin." Hamzaoglû herî dawî got "Em dibêjin hûn ê sindoqAê daynin û hûn ê bibin mehkûmê 'Na'yê."
JI 9'Ê SIBATÊ Û VIR VE 318 KES HATINE BINÇAVKIRIN
Piştre Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û diyar kir, ji 9'ê Sibatê heta niha li Stenbolê 150 kes li Tirkiyeyê jî li gorî agahiyên gihîştiye ber destên wan jî 318 kes hatine binçavkirin.
Koçyîgît destnîşan kir ku parêzeran bi hin hevalên wan re hevdîtin pêk anîne û parêzeran xwe nekarîne bigihînin dozgerê lêpirsînê dide meşandin, dozgerê ku lêpirsînê dide meşandin li holê nîne. Koçyîgît got ku ew ê mal bi mal bigerin û dengê "Na" rêxistin bikin.
Parlamentera HDP'ê Huda Kaya jî da xuyakirin, ku bi sedan kes hatine binçavkirin û welat ber bi kendalekî kûr ve tê birin. Kaya goti, her tim Rewşa Awarte weke hincet tê nîşandan û wiha berdewam kir: "Bihêlin bila li derve 3-5 kes daxuyaniya çapemeniyê bidin. Êdî li hundir jî destûrê nadin. Di Rewşa Awarte de êdî ti kes nikare baxivin. Kî daxive; yên ku li mizgeftan biatê dikin dikarin biaxivin, yên dibêjin ji bo kesên dibêjin 'Na' bikujin wê derkevin kolanan daxivin. Keyayên diçin Beştepeyê daxivin, keyayên naçin Beştepeyê jî tên binçavkirin." Kaya got ku çi dikin bila bikin jî ew ê bîat nekin, teslîm nebin. Kaya diyar kir ku welat bûye girtîgehekî vekirî û ew ê li hemberî vê yekê têbikoşin.
Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Ahmet Kaya jî wiha axivî: "Em ê teslîmî polîtîkayên dîlgirtinê nebin." Alîkara Seroka Giştî ya ESP'ê Fadîme Çelebî jî wiha got: "Em bi faşîzmê re rû bi rû ne. Ev darbe ji ya Îlona sala 1980'ê jî derbas bûye." Serokê Giştî yê Devrîmcî Partî Ûfûk Gollu jî got ku ew ê karê hevalên wan ên hatine binçavkirin jî pêk bînin û paşve gav navêjin.