HDK’ê ji bo tevlêbûna Newrozê bang kir

HDK a ku Newroz pîroz kir banga tevlêbûnê kir û got “Serfiraziya mirovayetiyê bi qasî Newrozê nêz e.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Newrozê pîroz kir û ji bo tevlêbûna Newrozê bang kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin;

“Vejîn û zindîbûna xwezayê ya di biharê de tê wateya domandina jiyîna civakan jî. Ji ber vê jî Newroz piştî zivistanê bûye bihar, piştî tarîtiyê bûye ronahî û bûya şahiya vejîna gelan. Ji ber vê jî Newroz cejna gelan, xeyalan, dilan û çalakiyan e.

Kî ku bixwaze hêza jiyan, aştî û hêviyê ji destê gelan bigire, ew ê li pêşberî wan Newroz hebe. Kî ku bixwaze gelan bi zilm û zordariyê tehdît bike ew ê berxwedana Newrozê derkeve pêşberî wan. Agirê Newrozê natefe û her dem ji mazlûm û bindestan re bûye ronahî û serfirazî.  Kî ku bixwaze bibe Dehaq ew ê rastî edaleta Kawayan were. Kesên ku li Efrînê heykelê Kawa hilweşandin divê bizanibin ku ew nikarin xwe bigihînin heqîqetê û heqîqet di dilê gelan û di hişmendiya azadiyê de ye.”

HDK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de banga tevlêbûna Newrozê kir û got, “Silav ji kesên ku bihar anîne û ew ê bînin.”