HDK: Bila endamên me yên di bin çavan de bên berdan
Desteya Rêveber a HDK’ê xwest kesên di operasyona li hember HDP’ê de hatine binçavkirin bên berdan, dawî li zext, binçavkirin û girtinan bê.
Desteya Rêveber a HDK’ê xwest kesên di operasyona li hember HDP’ê de hatine binçavkirin bên berdan, dawî li zext, binçavkirin û girtinan bê.
Desteya Rêveber a HDK’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand xwest kesên di operasyona li hember HDP’ê de hatine binçavkirin bên berdan, dawî li zext, binçavkirin û girtinan bê.
HDK’ê got: "Roj derbas nabe ku em bi kiryareke derveyî hiqûqê ya hikûmeta AKP’ê ya bê raye re rû bi rû neyên” û diyar kir, di serî de gelê Kurd li hember hemû hêzên ked, azadî, demokrasî û aştiyê mîna qirkirinek tê kirin. HDK’ê anî ziman ku ji bo paraastina desthilatdariya Qesrê, li Kurdistanê li deverên ku ji HDP’ê re dengên zêde derketine li dehan cihan herêmên ewlekariya taybet hatine avakirin û derketina derve hatiye qedexekirin.
HDK’ê wiha dewam kir: "Bê ku bêjin zarok, extiyar û ciwan bi dehan sivîl tên qetilkirin. Çiya tên bombekirin, daristan tên şewitandin û avahiyên partiyê tên texrîbkirin. Bedenên tên kuştin tên tazîkirin û îşkenceyan li wan dikin. Li wesayîtên zirxî tên girêdan û li erdê tên kaşkirin. Di şîdet û bê wijdaniya ku salên 90’an qat bi qat derbas kiriye teroreke dewletê ye ya em dijîn. JÎTEM û Ocaxên Osmaniyan di vê hikûmeta nû de derdikevin dikê di van kiryarên zilmê de.”
HDK’ê bi bîr xist ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê nêzî 3 hezar kes hatin binçavkirin û bi sedan jî hatin girtin û wiha berdewam kir: “Em her sibê bi girtin û binçavkirinên nû ve şiyar dibin. Mirovên me ji bo xebatên hilbijartinan dikin, endamên HDP-HDK’ê ne, bi hincetên ji avê tên girtin. Endamê Desteya Rêveberiya HDK’ê Mûtlû Tatar û endamê Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Enes Kaya jî di hedefa pêkanîna van qirkirinên siyasî de hatin binçavkirin û hatin girtin.”
HDK’e xwest kesên di operasyona li hember HDP’ê de hatine binçavkirin bên berdan, dawî li zext, binçavkirin û girtinan bê. wiha domand: “Em ji Hikûmeta AKP’ê ya Demkî di şexsê hevalên Mûtlû Tatar û Enes Kaya de dibêjin, di bin navê Qesrê ev girtinên te kiriye dest jê berde, tevahî girtiyên siyasî serbest berde, em dibêjin dest ji vî şerê ti li hember gelê me dimeşîne, berde û bi dawî bike.”