HDK: AKP'ê xweza talan kir!

Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê bi wesîleya Roja Hawirdorê ya Cîhanê daxuyaniyek da û bal kişand ser talana li xwezayê, qadên çandî û dîrokî ku bi destê desthilatdariya AKP'ê hatiye kirin.

Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi wesîleya Roja Hawirdorê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şewba vîrûsa koronayê careke din krîza şaristaniyê û ekolojiyê raxistiye pêş çavan.

HDK'ê bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê û diyar kir, "Sermayeya Tirkiyeyê ku pesnê xwe dide ku li cîhanê 18'emîn aboriya herî mezin e, di nava 180 welatên 'îndeksa performansa hawirdorê' de cihê xwe di rêza 108'emîn de digire, ku ev yek rastiya wê nîşan dide. Bi rengekî bênavber êrişê dibe ser qadên jiyanê yên ekolojîk. Hikumeta AKP'ê ji roja bû desthilatdar û vir ve polîtîkayeke dijminê hawirdorê dimeşîne û xweza, daristan, qadên çandiniyê, çem, gol, derya, qadên dîrokî û çandî yên divê bên parastin, parkên neteweyî pêşkêşî şîrketên enerjiyê, maden û înşaetê kiriye.

Bi tunekirina Heskîfa 12 hezar salî û Geliyê Dîcleyê yê bi milyonan salî, xweza û çand talan kiriye. Bendava Ilisû jî ku ev dîrok di nava avê de hiştiye, di atmosfera şewbê de vekir ku liv û tevgera di vê demê de bisînorkirî ye."

Di dawiya daxuyaniya HDK'ê de hate gotin, "Ji bo jiyaneke nû divê em dawî li hilweşîna ekolojîk bînin, hîn bêhtir xwe bi rêxistin bikin û meclîsên xwe zêde bikin."