HDK-A’yê komkujî şermezar kirin û banga li Strasboûrgê kir

HDK-A’yê di serî de Meraş û Roboskî xwest ku hemû komkujî werin ronîkirin û her wiha ban kir ku her kes tevlî meşa li Strasboûrgê bibe.

Kongreya Demokratîk a Gelan – Ewropa (HDK-A) ji ber nêzîkbûna salvgera komkujiya Meraş û Roboskiyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Dîroka 100 salî ya Tirkiyê bi komkujiyan tije ye’ û bi domdarî wiha hate gotin, ‘’Nexasim ew cografyayên ku Kurd û Elewî lê dijîn bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên paqijkirina etno-dînî û sirgûnên bi çarçoweya ‘Senteza Tirk-Îslamê’ ya bi îdeolojiya fermî ya dewletê, ji hev hatine xistin. Bi amanca avakirina civakeke tek reng, hemû nasnameyên etnîk û baweriyê yên li derveyî xeleka Tirk Îslamê tine hatine hesibandin.

HDK-A’yê di dawiya daxuyaniya xwe de got, ‘’Li dijî van komkujiyan em bang li hemû raya giştî ya demokratîk, sazî û dezgehên demokratîk û şexsan dikin ku tevlî meşa navendî ya li Strasboûrgê bibin, ku 16’ê Kanûnê, Şemiyê bi dirûşma ‘’Me Komkujiyên Meraş û Roboskiyê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin’. Her wiha em bang dikin tevlî hemû çalakî û bernameyên meha Kanûnê bibin, yên bi mebesta şermezarkirina komkujiyên ku bi destê dewletê pêk hatine.’’