HDK-A: Di 26'ê Cotmehê de em li ber dadgeha li Parîsê bin

HDK-A: Ji bo parastina mafê agahîstandin û azadiya çapemeniyê, em bi xurtî tevlî çalakiya 26'ê Cotmehê roja Çarşemê ya li ber Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê bibin.

Koordînasyona Ewropayê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK-A) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku Erdogan ê hewl dide dîktatoriya xwe ya ji yek şexsî zexm bike, piştî ragihandina Rewşa Awarte ji 20'ê Tîrmeha 2016'an û pê ve bi rêya biryarnameyan gelek rojname, kovar û televîzyonên ne ji xwe girt û dest danî ser malên wan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di 28'ê Îlona 2016'an de 12 qenalên televîzyonê û 13 qenalên radyoyê yên mûxalîf ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê weşana xwe dikirin, hatin girtin. Dîktatoriya Erdogan û AKP'ê qîma xwe bi vê neanî û têkiliyên xwe yên bazirganiyê yên bi mezintirîn operatora peykê ya Ewropayê EUTELSAT'ê bi kar anî û weşanên Med Nûçe TV û Newroz TV da sekinandin. Televîzyonên din ên Kurd ên li ser EUTELSAT'ê weşanê dikin, di nava rewşeke xetere ya girtinê de ne." 

HDK-A da xuyakirin, ku EUTELSAT, ku ji sedî 26 ên parên wê di destê dewleta Fransayê de ye, mîna nûnerekî dîktatoriya Erdogan û AKP'ê tevgeriya, Med Nûçe TV û qenalên din ên Kurd girt û destnîşan kir, ku ev êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê ne ya qebûlkirinê ye.

HDK-A diyar kir, ya ku hewldanên hiqûqî yên li dijî vê êrîşê bi ser bixîne, zexta raya giştî ye û ev bang kir: "Ji bo parastina mafê agahîstandin û azadiya çapemeniyê, em bang li komîsyonên hewldanê yên HDK'ê û meclîsên bajar û welatan dikin, ku 26'ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 11:30 de li ber Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê bin û bi xurtî tevlî çalakiya li vê derê bibin."

...