HDK-A: 25'ê Mijdarê em ê li qadan bin

Meclîsên Jinan ên HDK-A'yê bi daxuyaniya xwe bal kişandin ser tundiya li ser jinê û destkeftiyên jinan û gotin AKP jin rehîn girtine. Meclîsan diyar kirin ku 25'ê Mijdarê ew ê li qadan bin.

Hewldana Meclîsan a Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan a Ewropayê (HDK-A) daxuyaniyek belav kir û got, 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Dijî Tundiya li ser Jinê ew ê li qadan bin.

Meclîsên Jinên ên HDK-A'yê di daxuyaniyê de got van salên dawî polîtîk û gotinên bi dijberiya jinê zêde bûne, êrîşên li ser beden û nasnameya jinê her ku diçe zêdetir dibe.

'DAÎŞ'Ê JIN KIRIN HEDEF'

Di daxuyaniyê de êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser jinan hate destnîşankirin û hate gotin, ''Di serî de jinên Êzîd DAÎŞ'ê êşkence li sedan jinî kiriye, destdirêjî li wan kiriye, dest avêtiye wan, ew kirine koleyê seksê û bi komkujiyên hovane kiriye ku hemû cîhan bihebite.''

Her wiha polîtîkayên AKP'ê yên li ser jinan jî hate destnîşankirin û hate gotin, ''Li Kurdistanê û Tirkiyê ji dema ku AKP hatiye ser desthilatdariyê bi encama polîtîkayên bi dijminatiya jinê, tundiya li ser jinê 1400 ji 100'î zêde bûye û êrîşên li ser jinê jî 700 ji 100'î zêde bûye.''

'AKP JINAN REHÎN DIKE'

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku AKP siyasetmedarên jin, akademîsyen û nûçegihanan rehîn digire û êrîşên li ser Dayikên Şemiyê didomîne.

HDK-A'yê herî dawî got, ''Her cure êrîşa zilêm, dewletê ya li ser jinê îdeolojîk e'' Û 25'ê Mijdarê, ''Ji bo ku kesek dî kêm nebe'' wê li qadan bin.