HBDH: Piştevanên dagirkeriyê di hedefa me de ne

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya gelan (HBDH) nerazîbûn nîşanî gefên dewleta Tirk da yên ji bo dagirkirina Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û yên piştevaniya dagirkeriyê dikin hişyar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya HBDH'ê de hate ragihandin ku gelên Rojava bi tenê nînin û dagirkerî wê ji bo dewleta Tirk bibe berdêleke giran.

HBDH'ê diyar kir, hemû hêzên leşkerî, saziyên lojîstîk an jî malî yên vê dagirkeriyê, her wiha medya ku piştevaniya dagirkeriyê dikin hemû di hedefa wan de ne.

Di daxuyaniyê de hesasiyeta pêvajoyê hate bibîrxistin û hate gotin, "Em dengê xwe bilind dikin; Şoreşa Rojava ji bo gelên bindest ronahiya hêviyê ye. Divê destûr neyê dayin ku ev ronahî bê vemirandin, divê bê parastin û mezinkirin.

Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan li dijî vê dagirkeriyê em bi gelên Rojava re ne."

Di daxuyaniyê de bang li gelên bindest ên Tirkiye û Kurdistanê, her wiha karker, kedkar, jin û ciwanan hate kirin ku li her devera lê ne bi her rengî li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê.