HBDH: Li Amanosan 4 leşker hatin kuştin

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) çalakiya li Hatayê ku 4 leşkerên Tirk hatibûn kuştin anî ser xwe. Li gorî agahiyên HBDH'yê dayî di çalakiyê de 5 leşker jî birîndar bûn.

HBDH'yê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir 3'yê Cotmehê saet li derdora 11'an li bejahiya navçeya Belenê ya Hatayê hêzên gerîla li dijî komeke leşker a bi tevger çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de wesayit qulibî, 2 jê çawişên pispor û 2 jê xwedî ritbe 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn.

HBDH'yê diyar kir ji bo bîranîna du şervanên komunîst Ozan Sokmen û Firat Şeran ev çalakî kirin, ku Sokmen û Şeran li Edeneyê li dijî wesayita polîsan çalakiyeke bombeyî kiribûn, li Eskîşehîrê dema ku li malê bûn hatibûn qetilkirin.