HBDH/KBDH li dijî girtina Leyla Guven helwest nîşan da
Komîteya Ewropayê ya HBDH'ê û Komîteya KBDH'yê ya Ewropayê li ser girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven bi daxuyaniyekê helwest nîşan da.
Komîteya Ewropayê ya HBDH'ê û Komîteya KBDH'yê ya Ewropayê li ser girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven bi daxuyaniyekê helwest nîşan da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ,''Koalîsyona faşîst a AKP-MHP'ê her ku ji hêzê dikevin li ser her mijarê bêhtir nizim dibin û bi rengekî hovane êrîşê tînin. Êdî ne di xwarinê de sînoran nas dikin, ne di bêrûbûnê de û ne jî di terora faşîst û êrîşkariyê de. Rizîbûn û tirs di delingê wan re avêtiye.''
Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ''Rizîbûna siyasî û civakî, bêexlaqî, bêrûtî, terora dewleta faşîst û zilmê hevsar qetandiye.''
HBDH/KBH'ê têkilî girtina Leyla Guven gotin,''Her ku tirsa wan zêde dibe zordariya wan jî zêde dibe! Ji ber vê tirsê ye ku bi operasyonên qirkirina siyasî zêdetir bi ser HDP'ê de diçin. Weke ku ne bes bû ku bi hezaran siyasetmedarên Kurd, Demîrtaş, Yuksekdag, Selçûk Mizraklî, Gultan Kişanak bi salan e rehîn têne girtin, her roj hine dî li van zêde dikin, ev ji ber vê tirsa wan e. Keseke weke Leyla Guven ku bîrdariya berxwedanê ye, bi hincetên levanînê 22 sal cezayê hepsê lê tê birîn û bi bayê bezê tê girtin.''